Ji bo mîsogerkirina mafên jinan banga têkoşîna hevpar kirin

Jinên rêveber ji bo mîsogerkirina mafên jinan di destûra nû de banga hevgirtin û têkoşîna hevpar li tevahiya jinên Sûriyeyê kir û got bêyî beşdariya jinan Sûriyeyeke demokratîk ava nabe.

Ji bo mîsogerkirina mafên jinan banga têkoşîna hevpar kirin
14 tîrmeh, 2026   04:47
HESEKÊ
MÎRAV ÎSO

Bangên jinan ên ji bo misogerkirina mafên xwe û beşdariya çalak a jinan di avakirina Sûriyeya nû de didomin. Der barê mijarê de hejmarek çalakvanên jin, rêveberên saziyên jinan û yên sivîl ên li bajarê Dirbêsiyê ji ajansa me re axivîn.

Endama Rêveberiya Meclisa Jinan a Kongra Îslama Demokratîk Zubeyeda Hisên diyar kir ku jin di Sûriyeya nû de tên paşguhkirin û rola wan hîn jî lawaz tê dîtin.

Zubeydayê da zanîn ku her destûreke nû ya welat divê rola rasteqîn a jinan û beşdariya wan çalak di hemû qadên siyas, civakî û hwd de mîsoger bike û got jin dikarin di hemû şert û mercan de guhertinê bikin.

Zubeyda Hisên ji bo misogerkirina mafê jinan banga xurtkirina têkoşînê kir û ev li gotinên xwe zêde kir: “Hikumeta demkî jinan ji cihên biryardanê dûr dixe. Lewre divê em hişyar bin. Divê hebûna xwe di hemû qadan de ferz bikin û bi hev re parastina maf û nasnameya xwe bikin.”

Zubeydayê di dewama axaftina xwe de destnîşan kir ku jinên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û bi taybetî jinên Kurd, ji bo mîsogerkirina hebûn û nasnameyê her dem di nava têkoşînê de ne, divê di qonaxa bê de guhertineke rasteqîn pêk were û jin cihê xwe di hemû qadan de bigirin.

Endama Meclisa Bajarê Dirbêsiyê Zînê Elî jî diyar kir ku Şoreşa 19`ê Tîrmehê ya Rojavayê Kurdistanê ji bo guhertina jiyana jinan bû xaleke veguherînê û jin stûneke bingehîn a şoreşê ne.

Zînê Elî bal kişand ser têkoşîna jinan a li hemberî çeteyên DAIŞ‘ê jî û got, jinan di şerê li hemberî çeteyên DAIŞ‘ê roleke mezin lîstin û îsbat kirin ku dikarin di qadên leşkerî, siyasî û civakî de biserkevin. Her wiha destnîşan kir ku hebûn jinan di qadekê tenê de sînordar nîn e, lê niha bûye hevkareke çalak di hemû qadên jiyanê de.

Zînê Elî diyar kir ku berdewamkirina tundiya li dijî jinan û nebûna garatiyên rasteqîn ji bo dayîna mafên wan metirsiyekê çêdike. Ji ber vê yekê jî li hemberî hewldanên dûrxistina jinan ji qada siyasî banga têkoşîn, hevgirtin û xebateke hevpar ji bo avakirina Sûriyeyeke demokratîk ku mafên û hebûna wan mîsoger bike, li jinan kir.

Endama Rêveberiya Meclisa Kongra Star a Dirbêsiyê Fatma Keleş jî Şoreşa 19`ê Tîrmehê bi xaleke dîrokî ji bo jinan bi nav kir û anî ziman ku jinan di şoreşê de ê îsbat kir ku dikarin di qada leşkerî û siyasî de têkoşînê bikin.

Fatma Keleş destnîşan kir ku guhertinên herîn dawîn ên li Sûriyeyê domandina hewildanên paşguhkirin û dûrxistina jinan ji qadên xwedî bandor nîşan didin û got, jinên li Sûriyeyê doza mafên xwe û wekheviyê didomînin.

Fatmayê di dewama axaftina xwe de îşaret pê kir ku jin esasê civakê ye, divê bi yekitî û bi yek destî li hemberî zîhniyeta dûrxistinê derkevin û wiha domand: "Jinan bi ramanên xwe yên azad û têkoşîna xwe domdar mafên xwe bêtir nas kirin û karîbûn zêdetir rola xwe ya rastî di civakê de bilîzin."

Fatmayê behsa girîngiya hebûna Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) jî kir û da zanîn ku YPJ`ê roleke girîng di parastina jinan de lîst û li hemberî DAIŞ`ê şer kir. Her wiha anî ziman ku bêyî beşdariya jinan û mîsogerkirina mafên wan di destûrê û civakê de Sûriyeyeke demokratîk ava nabe.

(sb)

ANHA