Trump: Rûsya û Ukraynayê li ser agirbesteke 3 rojan li hev kir

Trump ragihand ku Rûsya û Ukraynayê li ser agirbesteke demkî ya 3 rojan li hev kiriye, agirbest ji sibe (şemî) ve dest pê dike.

Trump: Rûsya û Ukraynayê li ser agirbesteke 3 rojan li hev kir
8 gulan, 2026   22:46
NAVENDA NÛÇEYAN

Serokê Amerîkayê Donald Trump ragihand ku Ukrayna û Rûsya li hev kirine ku ji roja şemiyê ve agirbestek 3 rojan dest pê bike, di heman demê de wê ji her du aliyan 1000 girtî werin berdan. 

Trump li ser medyaya civakî nivîsî ku agirbest wê rojên şemî, yekşem û duşemê dewam bike û hêvî kir ku agirbest bibe"destpêka dawiya şerê demdirêj, xwînrij û hovane".

Rûsyayê, bi boneya salvegera serkeftina xwe di Şerê Cîhanê yê Duyemîn a di 9ˊê Gulanê de, ji aliyê xwe ve agirbestek bi 2 rojan ragihandibû.

(ac/fr)