AFP: Siûdiyê rê neda Washingtonê baregehên xwe ji bo operasyona Hurmuzê bi kar bîne

AFPˊê ku agahiyên xwe dispêre cavkaniyên Siûdiyê diyar kir ku Erebistana Siûdî rê ned DYAˊyê ku qada wê ya hewayî û baregehên xwe yên li ser axa wê ji bo jinûve vekirina Tengava Hurmuzê de bi kar bîne.

AFP: Siûdiyê rê neda Washingtonê baregehên xwe ji bo operasyona Hurmuzê bi kar bîne
8 gulan, 2026   21:48
NAVENDA NÛÇEYAN

2 çavkaniyên Siûdî ji AFPˊê re gotin ku Erebistana Siûdî rê neda Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) ku qada wê ya hewayî û baregehên xwe yên li ser xaka wê ji bo êrişên bi armanca vekirina Tengava Hurmuzê bi kar bîne.

Heman çavkaniyan da zanîn ku ji bo Washington qada hewayî ya Siûdiyê û baregehên xwe bi kar bîne wê karên din bike.

Çavkaniyan da zanîn ku Siûdiyê her tim diyar kiriye ku ew rê neda ku xak an jî qada wê ya hewayî ji bo êrişên li dijî Îranê werin bikaranîn.

(fr)