ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 09-05-2026

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 09-05-2026
9 gulan, 2026   02:00

Endama Komîteya Entegrasyonê li parêzgeha Hesekê Jiyan Hesen li ser daxwazên jinan li Sûriyeyê û astengiyên ku dibînin axivî û diyar kir ku divê jin tê bikoşin heyanî ku bigihêjin mafên xwe. BI WÊNE Û DÎMEN

Siyasetmedar Mistefa Oso got yekitiya Kurdan ji bo gelê Kurd û entegrasyonê stratejîk e. BI WÊNE Û DÎMEN

Şêxê qebîleya El Tey Ziyad Ferhan El Taî diyar kir ku yekitiya pêkhateyên herêmê gelekî girîng e û anî ziman ku divê êl li hember zimanê nefretê û provokasyonan derkevin. BI WÊNE Û DÎMEN

Li parêzgeha Humsê rageşiya ewlehiyê bandorê li jiyana xelkê dike. Bûyerên kuştinê zêde bûne û metirsî hene ku şerê mezhebî rû bide. BI WÊNE

Komîteya Aborî ya Jinan a Kongra Star bi rêya kooperatîfên çandiniyê û projeyên domdar piştgiriya jinên herêma Cizîrê dike, derfetên kar ji wan re dibîne û çandiniyê bi pêş dixe. BI WÊNE Û DÎMEN

Xwendekar piştî ku xwendina zanîngehê bi dawî dikin, ji bo ku pîşeya xwe bikin neçar dimînin tev li sendîkayên pîşeyî bibin û ji bo temamkirina belgeyên xwe bi milyonan lîreyên xerc dikin. BI WÊNE Û DÎMEN

Li Zanîngeha Kobanê civîna eşîrên Ereb û Kurd ên herêma Firatê, bi armanca xurtkirina têkiliyan, aştiya navxweyî, pêkanîna aramî û ewlehiyê li herêmê tê lidarxistin, 13.00ˊan. BI WÊNE Û DÎMEN

Meclisa Wêjeyê ya Rojava-Qamişlo bi boneya nêzbûna Cejna Zimanê Kurdî, li Pirtûkxaneya Şilêr a Qamişloyê şevbuhêrkek wêjeyî organîze dike, 17.00ˊan. BI WÊNE Û DÎMEN