Trump: Nikarim bombebarankirina Îranê piştrast bikim

Trump destnîşan kir ku ew nikare piştrast bike ku, ka wê welatê wî Îranê bombebaran bike yan na. her wiha got Tehranê pê re peywendî kir.

Trump: Nikarim bombebarankirina Îranê piştrast bikim
18 hezîran, 2025   19:37
NAVENDA NÛÇEYAN

Serokê Amerîkayê Donald Trump îro, diyar kir ku ew nikare piştrast bike ku, eger Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê wê Îranê bombebaran bikin yan na.

Trump got, "Îranê têkilî bi me re danî. Îran rûbirûyî pisgirêkên mezin e û dixwaze dan û standinê bike. Di navbera rewşa niha û ya beriya hefteyekê de ferqeke mezin heye."

Trump diyar kir ku, "Îranê pêşniyar kir ku were Koşka Spî. Ew bi temamî bê çare ye û li gel wan tu berevaniyek hewayî nîn e."

Trump bi bîr xist ku "Hefteya bê wê cidî be, dibe ku em hefteyekê temam nekin."

Der barê bersivdana pirsa li ser Rêberê Olî yê Îranê Elî Xamineyî de Trump got, "Serkeftin ji te re".

Trump destnîşan kir ku, "Divê Îran an teslîm bibe yan jî dev ji bernameya xwe ya nukleerî berde. Ez nizanim heta kengî wê Îran li ber xwe bide. Potansiyelên Îranê yên leşkerî bi şêweykî mezin zirar dîtin."

Trump anî ziman ku, "Min Netanyahu agahdar kir ku berdewam bike".

Trump di dawama axaftina xwe de da zanîn ku, "Em niha bi temamî asîmanê Îranê kontrol dikin. Li gel Îranê pergalên şopandina hewayî û alavên parastinê yên nû bi mîqdarên mezin hene, lê bi alavên Amerîkayê re nayên hevrûkirin."

Demeke berê, serokê Amerîkayê Donald Trump ji Îranê daxwaz kir ku "Bê şert teslîm bibe" û got, sebra wî êdî nemaye û ew dizane Rêberê Olî Elî Xamineyî li ku veşartiye.

(mh/fr)