'Heta Efrîn ji dagirkeriyê û çeteyan neyê valakirin em venagerin'
Koçberên ji Efrînê diyar kir ku divê hêzên navneteweyî bi erka xwe rabin û hikumeta veguhêz a Sûriyeyê bê deng nemîne. Koçberan got "Heta çeteyên dewleta Tirk a dagirker ji Efrînê dernekevin em venagerin malên xwe."

Di çarçoveya hewldanên pêşxistina diyalogê û pêkanîna xalên rêkeftinên 10'ê Adarê de şandeyek ji Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li Şamê bi şandeya hikumeta veguhêz a Sûriyeyê re di 1'ê Hezîranê de civiya û li ser mekanîzmayên pêkanîna xalên rêkeftinê hate gotûbêjkirin. Yek ji van xalan jî mekanîzmaya ji bo hêsankirina vegera koçberan li herêmên xwe û xebitîna li ser rakirina astengiyên ku rê li ber vê vegerê digirin. Koçberên ji Efrînê yên li bajarê Hesekê dijîn, diyar kir ku tenê dixwazin bi ewle vegerin Efrînê.
Ebdilhenan Mihemed diyar kir ku di 1'ê Hezîranê de şandeya Rêveberiya Xweser û şandeya hikumeta veguhêz a Sûriyeyê li hev civiyan û li ser 4 xalan nîqaş kirin, yek ji van xalan jî vegerandina koçberan e û wiha got: "Vegerandina koçberan divê bi awayekî ewletir be. Daxwaza me em vegerin û komên çete di Efrînê de tune bin. Ji ber ku bi hebûna çeteyan li Efrînê ewlehî tune ye. Ev xalên ku li ser li hev kirin divê li ser rûyê erdê pêk werin. Em niha venagerin. Divê rêxistinên mafê mirovan û rêxistinên navneteweyî bi erkên xwe rabin û em di bin sîwana garantiya navneteweyî de vegerin."
'SÛC LI EFRÎNÊ BERDEWAM IN'
Mihemed Qasêm diyar kir ku berpirsyariya paşxistina proseya vegerê dikeve ser milê hikumeta veguhêz a Sûriyeyê û got: "Şandeya Rêveberiya Xweser xebatên ji bo serkeftina vê rêkeftinê dewam dike, lê ji ber paşguhkirina desthilata Şamê cîbicîkirina bendên wê dereng dimîne. Hin koçber vedigerin Efrînê, lê ji aliyê çeteyên dewleta Tirk a dagirker ve rastî acizî û şantajê tên. Rawestandina van kiryaran dikeve ser milê hikumeta veguhêz a Sûriyeyê. Bêdengiya wan a îro ne rast e û nahêle em baweriyê bi vê desthilatê bînin."
'DIVÊ KOÇBER DI BIN NAVA GARANTIYA NAVNETEWEYÎ DE VEGERIN'
Meryem Elî diyar kir ku divê Efrîn ji tevahî çeteyan bê rizgarkirin û di bin sîwana garantiya hêzên navneteweyî de koçber vegerin cih û warê xwe û wiha got: "Rêxistinên navneteweyî û hikumeta veguhêz a Sûriyeyê jî daxwaza me ya vegerê paşguh dikin. Xwesteka me tenê em vegerin cih û warê xwe û bi ewle bijîn."
Sozan Oso jî bal kişand ser xalên ku hatin diyar kirin di navbera şandeya Rêveberiya Xweser û şandeya hikumeta veguhêz a Sûriyeyê de û got: "Ev gaveke erênî bû ji bo bidestxistina mafên pêkhateyên cuda û parastina taybetmeniya wan. Yek ji xalên wê yên herî girîng vegera ewle ya koçberan bû, lê belê, gotin û kirinên hikumeta veguhêz a Sûriyeyê li hev nehatin, ev baweriya me bi wan dişkîne. Lê belê divê koçber di bin sîwana garantiya navneteweyî de vegerin."
ANHA