Îsraîlê li ser rêyek Quneytirayê barîkat danîn û dar birîn

Hêzên Îsraîlê li gundewarê Quneytirayê barîkat danîn ser rêyeke sereke û darên daristanekê birîn.

Îsraîlê li ser rêyek Quneytirayê barîkat danîn û dar birîn
18 hezîran, 2025   18:54
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ragihand ku hêzek Îsraîlê rêya gundê Kodene û yê Esbeh ên başûrê Quneytirayê bi dayîna barîkatan qut û piştre ji deverê vekişiya.

Hemwextî wê, hêzên Îsraîlê birîna daran li daristana Şehar a nêzî bajarokê Cebata El Xeşeb ê li gundewarê bakurê Quneyteriyê danê vê sibehê rawestand.

Girêdayî wê, demeke berê ya îroj, hêzên Îsraîlê wesayîtên leşkerî û yên giran derbasî heman deverê kirin û zêdetirî 500 donim ji daristanan rast kir.

Ev demeke tevgerên Îsraîlê li herêmê bi ser sînor ve zêde bûne, bi taybet li xeta bêşer.

(mh/fr)