Trump Netanyahu vexwend Koşka Spî

Serokê Amerîkayê bi peywendiyeke telefonê bi serokwezîrê Îsraîlê re mijara bêçekirina Tevgera Hemasê û berfirehkirina peymanên aştiyê nîqaş kir û vexwend ku di demek nêz de serdana Koşka Spî bike.

Trump Netanyahu vexwend Koşka Spî
1 kanûn, 2025   21:58
NAVENDA NÛÇEYAN

Serokê Amerîkayê Donald Trump bi peywendiyeke telefonê bi serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu re li ser ewlehî û siyasî axivî, piştre vexwend ku di demeke nêz de serdana Koşka Spî bike.

Ev agahî, bi daxuyaniyekê ji nivîsgeha Netanyahu hatin parvekirin. Di daxuyaniyê de hat gotin ku "Netanyahu bi serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) Donald Trump re axivî û Trump jê xwest ku di demeke nêzîk de wî li Koşka Spî bibîne."

Li gorî daxuyaniyê, "Her duyan girîngî da bêçekirina Tevgera Hemasê û tecrîdkirina Şerîda Xezayê ji kapasîteyên leşkerî, pabendbûna bi vê rêveçûnê. Li kêlek wê jî berfirehkirina peymanên aştiyê nîqaş kirin."

(fr)