Li Reqayê Mîhrîcana Helbestên Gelêrî dest pê kir

Li Reqayê Mîhrîcana Helbestên Gelêrî bi amadebûna helbestvanên Reqa, Dêrazor, hundirê Sûriyeyê û Iraqê dest pê kir.

Li Reqayê Mîhrîcana Helbestên Gelêrî dest pê kir
Li Reqayê Mîhrîcana Helbestên Gelêrî dest pê kir
Li Reqayê Mîhrîcana Helbestên Gelêrî dest pê kir
Li Reqayê Mîhrîcana Helbestên Gelêrî dest pê kir
Li Reqayê Mîhrîcana Helbestên Gelêrî dest pê kir
Li Reqayê Mîhrîcana Helbestên Gelêrî dest pê kir
Li Reqayê Mîhrîcana Helbestên Gelêrî dest pê kir
Li Reqayê Mîhrîcana Helbestên Gelêrî dest pê kir
Li Reqayê Mîhrîcana Helbestên Gelêrî dest pê kir
1 kanûn, 2025   22:01
REQA

Desteya Çandê ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li avahiya navenda desteyê Mîhrîcana Helbestên Gelêrî organîze kir.

Di mîhrîcanê de hevserokên Desteya Çandê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, Hevserokên Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweseriya Demokrtîk, cîgirên hevserokatiyê û Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiya amade bûn.

Piştî deqeya rêzgirtinê, organîzetorê mîhrîcanê helbestvan Mihemed El Hesen amaje bi resengiya Reqa û bajarên li ser çemê Firatê di helbestê de kir û got ev mîhrîcan girîngiyê dide ku li vê xakê nifşên têkoşîn kirine wê zindî bimînin.

Hevserokê Desteya Çandê ya Bakur û Rojhilatê sûriyeyê Murhef El Fehed da zanîn ku pîrozkirina wan bi helbesta gelêrî derbirîna parastina reseniya vê xakê ye û dihêle hemû gel bibin yek.

Çalakî bi xwendina helbestekê ji hêla helbestvan Ebdulwahid Ebû Ruqeye yê ji Hesekê, helbestvan û lêkolînerê ji Reqayê Elî El Şixêbî dewam kir.

Dûre helbestvanê ji Reqayê Omer El Seran û helbestvan Ruqeye El Elî helbestên xwe xwendin.

Roja yekemîn a mîhrîcanê bi stranên hunermend Telal El Elî û Kemal El Mûsa bi dawî bû.

(fr)

ANHA