Li bajarekî Reqayê 20 kolan hatin qîrkirin, 14 transform hatin danîn

Yekitiya Şaredariyan a kantona Reqayê 20 kolanên sereke û şaxî yên bajarê Sebxa û gundewarê wê bi 7 hezar metredam asfalt, qîr kirin. Desteya Enerjiyê jî 14 transformên kehrebeyê siwar kirin.

2 kanûn, 2025   06:40
REQA
ENES MIHEMED - MIHEMED XELÎL

Di çarçoveya pêşxistina rewşa xizmetguzariya gundewarê başûrê rojhilat ê kantona Reqayê de, Yekitiya Şaredariyan a kantonê dest bi xebatên qîrkirina rêyan û pêşxistina binesaziya bajarê Sebxa, bajarokê Zor Şumer û gundewarên wan, kir.

Bajarê Sebxa 30 kîlometreyan ji navenda Reqayê dûr e, di 8'ê Kanûnê de piştî ketina rejîma berê ji hêla Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) ve hat kontrolkirin.

Di salekê de Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a kantonê bajarê Sebxa û gundên wî bi rêxistin kirin, xizmetguzariyên wekî aktîvkirina stasyonên ava vexwarinê, sererastkirina kanalîzasyonan, aktîvkirina firnan, dayîna kehrebê û vekirina dibistanan pêşkêş kirin.

Di mehên dawîn de şaredariyê 20 kolanên sereke û nesereke bi mîqdara 7 hezar metredam asfalt, qîr kirin û 14 transformên kehrebeyê ji bo kehrebeya bajêr û gundewarê wê, siwar kirin.

Rêyên gundên Şinan, Rehbî, Şirêda rojhilat û rojava bi 4700 metredam hat qîrkirin û lêçûna wê nêzî 190 hezar dolar bû.

Li bajarokê Zor Şemer û gundên Cebelî, Şemra û Xanim Elî bi dirêjahiya 7500 metre û kêmberiya 8 metreyan û mîqdara nêzî 3 hezar metredam, bi lêçûna nêzî 350 hezar dolarî, rê hatin qîrkirin.

Mûdîrê Nivîsgeha Pîşeyî ya Şaredariya Gel a Sebxa Salih El Nasir da zanîn ku ew hewl didin ku treksek, kamyonek barhilgir a bi cureya "Jack" û treksek piçûk a "Boclain" peyda bikin, kolanên sereke yên Sebxe û Zor Şemer û gundên wan bi rêya enerjiya tavê ronî bikin.

Di çarçoveya pêşxistina paqijiya giştî de, yekitiyê 14 karkerên paqijiyê erkdar kirin, treksek û kamyonek ji bo derxistina çopê veqetand, li kêlek wê jî wê xebatên li parkên giştî jî werin şopandin.

El Nasir bang li yekitiyê kir ku divê alavên xerabbûyî yên bajarê Sebxa û bajarokê Zor Şemer  werin çaksazîkirin.

Ji bo dayîna kehrebê ji herêmê re endazyarê Gerînendetiya Kehrebeyê ya Sebxa û çavdêrê xebata siwarkirina transforman Îbrahîm Hemadê diyar kir ku wan bi hevkariya Meclisa Rêveber a Reqayê û rêxistinekê li Reqayê 16 burcên kehrehê yên nizm û 14 transform anîne.

El Hemadê da zanîn ku 16 burc li Zor Şemer a Jorîn û ya Jêrîn, Şerîda Rojava, gundê Xanim Elî siwar kirine, li gundê Şinan, bajarokê El Sebxe û gundê Xanim Elî jî 10 trasnform hatin siwarkirin, wê 4 transformên din jî li gundê Şinan ji aliyê rojava ve, Zor Şemer û gundê El Cebelî werin siwarkirin.

Li gorî El Hemadê, ev trasform kehrebeyê ji tevahî gundên derdorê re, çi bi hêza bilind an jî nizm peyda dikin. Her burcek kehrebê dide nêzî 50 malan û transform kehrebê dide tevahî gundan.

(mh/fr)

ANHA