Trump ji bo hevdîtina Pûtîn şertek danî

Serokê Amerîkayê diyar kir ku ew tu dan û standinan bi hempîşeyê xwe yê Rûsyayê pêk nayne heta ku Moskov di gihandina peymana ji bo bidawîkirina şerê li Ukraynayê de cidiyeta xwe nîşan nede û got, "Ew naxwaza "dema xwe di dan û standin neberhemdar de winda bike."

Trump ji bo hevdîtina Pûtîn şertek danî
25 cotmeh, 2025   23:23
NAVENDA NÛÇEYAN

Serokê Amerîkayê Donald Trump îro diyar kir ku ew tu demekê ji bo dan û standinan bi serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn re destnîşan nake, heta ku Pûtîn di gihandina peymana ji bo dawîlêanîna şerê li Ukraynayê de cihdiyeta xwe nîşan nede." 

Trump di balafirê de dema berê xwe dida Asyayê ji rojnamevanan re got, "Divê ez bizanin ku em ê bigihînin peymanekê, ez ne amade me ku dema xwe winda bikim."

Trump diyar kir ku "Di navbera min û Vladmîr Pûtîn de dostaniyek xweş heye, lê vê mijarê pir bêhêvî kirim."

(fr)