Piştevaniya Lezgîn bajarekî stratejîk kontrol kir

Hêzên Piştevaniya Lezgîn bajarekî stratejîk li herêma Kerdevan a paytexta Sûdanê kontrol kir.

Piştevaniya Lezgîn bajarekî stratejîk kontrol kir
25 cotmeh, 2025   23:08
NAVENDA NÛÇEYAN

Hêzên Piştevaniya Lezgîn ragihand ku wan bajarê Bara yê stratejîk ku 40 kîlometreyan ji paytexta wîlayeta bakurê Kerdevanê ve dûr e, kontrol kir.

Ev kontrolkirin, piştî di saetên sibehê de ji 3 eniyan ve Hêzên Piştevaniya Lezgîn êriş pêk anîn, pêk hat. Hêzan diyar kir ku wan piştî êrişek ji nişkan ve bajarê kontrol kir.

Hêzên Piştevaniya Lezgîn di daxuyaniyekê de diyar kir ku kontrolkirina vî bajarî gaveke girîng ber bi kontrolkirina tevahî deverên din ên li Herêma Kerdevanê ve ye.

Bajarê Bara li ser rêya sereke ku Kerdevan – Xertûmê, bajarên din bi hev ve girê dide, ye.

(mh/fr)