ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 26-10-2025

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 26-10-2025
26 cotmeh, 2025   02:00

Sekreterê giştî yê Partiya Lîberal a Kurdistanê Ferhad Têlo got zêdekirina gotinên dijminatiyê yên rayedarên Tirk ên li dijî Kurdan, hewldaneke ji bo têkbirina diyalogê ye. BI WÊNE Û DÎMEN

Di Pêşangeha Şehîd Herekol de berhemên girtiyên azadiyê yên li girtîgehên dewleta Tirk têne ragirtin, cihekî girîng girt. BI WÊNE

Kampanyaya "Em ê Sûriyeyeke Azad, Demokratîk, Nenavendî Ava Bikin" ku Kongra Star û Kombûna Jinan a Zenûbiya dabû destpêkirin, bi panel, nivîsandina name û gotaran didome. Ji rêxistinên jinan û aktîvîstên jin ên ji Ewropya û Rojhilata Navîn jî vîdeoyên piştgiriyê tên şandin. BI WÊNE Û DÎMEN

Cotkarên hinaran li parêzgeha Hemayê xisareke mezin di mewsima xwe ya îsal de dît. Tê gotin sedema xisarê paşguhkirina hikumetê û bêkontroliya li sûkan e. BI WÊNE Û DÎMEN

Serdanvanên Pêşangeha Şehîd Herekol a Pirtûkan a Navneteweyî ya 9ˊemîn destnîşan kir ku di pêşangeh de pirtûkên curbicur li gorî hemû temenan bi taybet ji bo zarokan û naverokên gelekî dewlemend hatin pêşkêşkirin. BI WÊNE Û DÎMEN

Pirtûk û destnivîsên kêmpeyda yên li ser komkujiyên li dijî gelê Ermen li Pêşangeha Şehîd Herekol a Pirtûkan a Navneteweyî hatin pêşandan. Dîroka hin pirtûkan vedigere bi sedan salan û di nava rûpelên xwe de dîrok û çanda Ermenî ku krîz û komkujiyan xwest bên îmhakirin, hebûn. BI WÊNE Û DÎMEN

Çavdêran diyar kir ku pêşketina têkiliyên Şam û Rûsyayê bi tevgera Îsraîlê li Sûriyeyê û tunebûna çareseriyên niştimanî ve girêdayî ye. Lubnan jî di qonaxeke hestiyar re derbas dibe nexasim ku gefên Amerîka û Îsraîlê zêde bûne. Hemwextî wê jî Trump hewl dide peymana Xezayê bi ser bixe. BI WÊNE

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi hevkariya Komseriya Penaberan a NYˊyê 15 malbatan ku ji 55 kesan pêk tê, ji Kampa Holê ber bi bajarê Helebê ve rê dike, 09.00ˊan. BI WÊNE Û DÎMEN

Meclisa Leşkerî ya Hecînê ji bo şîrovekirina pêşdeçûnên siyasî û leşkerî yên li qada Sûriyeyê û nîqaşkirina rewşa herêmê, li parka Hecînê civîneke girseyî li dar dixe, 11.00ˊan. BI WÊNE Û DÎMEN

Navenad "Hîlala Zêrîn" ji bo bibîranîna şehîd Bêrîtan, li navenda xwe ya li Hesekê ya kantona Cizîrê, merasîmekê li dar dixe, 13.00ˊan. BI WÊNE Û DÎMEN

Pêşangeha Şehîd Herekol a Pirtûkan a Navneteweyî ya 9ˊemnîn ku Desteya Çandê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û kantona Cizîrê li dar dixe, çalakiyêna xwe di roja 7ˊan de li Parka Azadî ya Qamişloyê bi dawî dike, 17.00ˊan. BI WÊNE Û DÎMEN