Trump Îran bi xistina Apache tawanbar kir

Serokê Amerîkayê Donald Trump diyar kir ku DYAˊyê neçar e ku bersiva êrişa li dijî helîkoptera wan li nêzî Tengava Hurmuzê, bide.

Trump Îran bi xistina Apache tawanbar kir
9 hezîran, 2026   20:30
NAVENDA NÛÇEYAN

Serokê Amerîkayê Donald Trump diyar kir ku "Îraniyan yek ji helîkopterên me yên pêşketî yên Apache dema ku li Tengava Hurmuzê dewriye dikir xist xwarê."

Fermandariya Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) îro rizgarkirina 2 endamên ekîbê ji helîkoptereke AH-64 Apache ku li nêzî Tengava Hurmuzê hate xistin ragihand.

CENTCOMˊê diyar kir ku bûyer di 8ˊê Hezîranê de saet di 7:33ˊyê êvarê de bi dema Rojhilat qewimî û destnîşan kir ku her du endamên ekîbê di nav nêzîkî 2 saetan de piştî ketina helîkopterê bi ewlehî hatin rizgarkirin û rewşa wan a tenduristiyê baş e.

CENTCOMˊê da zanîn ku sedema ketina helîkopterê hîn jî di bin lêpirsînê de ye.

(fr)