Xebatên Saziya Elektrîkê didomin

Saziya Elektrîkê ya Qamişloyê li bajar û gundên girêdayî wê 200 transên elektrîkê temîr kirin û hîna xebata wan didome.

Xebatên Saziya Elektrîkê didomin
Xebatên Saziya Elektrîkê didomin
Xebatên Saziya Elektrîkê didomin
Xebatên Saziya Elektrîkê didomin
Xebatên Saziya Elektrîkê didomin
10 hezîran, 2026   04:55
QAMIŞLO

Saziya Elektrîkê ya Qamişloyê bi hemû werşeyên xwe ev bûye 2 meh ku dest bi hemleya temîrkirina stasyonên avê û şebekeyên elektrîkê yên li bajarê Qamişlo û gundên girêdayî wê kiriye. 

Saziya Elektrîkê agahî da ajansa me ku ev bûye zêdetirî 15 sal ku binesaziya elektrîkê ya Qamişloyê nehatiye temîrkirin li stasyonên avê û şebekeyên elektrîkê pirsgirêk derketine. Her wiha saziyê diyar kir ku ew ê derdora 280 transên elektrîkê temîr bikin, ji ber ku zêdetirî 50 transan ziyan dîtiye û hatine dizîn.

Ji bo elektrîka giştî ya herêmê jî saziyê diyar ku miqdara elektrîka ku ji Bendava Firatê tê herêma Cizîrê derdora 50 megawat e û diyar kir ku pêdiviya herêmê bi elektrîkê zêdetirî 200 magawat e.

Saziya Elektrîkê heyanî niha 200 transên elektrîkê temîr kirine û dê yên dîtir jî temîr bikin.

Saziyê diyar kir ku li hemû gundewarên Qamişloyê rojê 2 saet elektrîk heye û ew dixebitin ku saetên elektrîkê zêde bikin.

Saziya Elektrîkê ya Qamişloyê bang li şêniyan kir ku binesaziya elektrîkê biparêzin û ev ji bo çareserkirina pirsgirêkên elektrîkê bi wan re bibin alîkar.

(np)

ANHA