Depoyên Kobanê dest bi wergirtina genim kir, cotkar rûbirûyî zehmetiyan in

Depoyên herêma Kobanê bi rêya sîstema rezervasyona elektronîk dest bi wergirtina genim kir, lê cotkaran ji ber zehmetiyên teknîkî û kêmbûna bihayn bi hevrûkirina lêçûnên hilberînê re gîldar in.

10 hezîran, 2026   07:30
KOBANÊ
DICLE EHMED

Ji 6ˊê Hezîranê ve, piştî temamkirina xebatên çaksazîkirin û dezenfektekirinê, depoyên herêma Kobanê dest bi wergirtina genimê mewsima 2025/2026ˊan kir. Depo bi rêya sîstemeke nû ya rezervasyona elektronîkî genim werdigirin. Ev di demeke de ye ku cotkaran rûbirûyî astengiyên teknîkî û xizmetguzarî yên girêdayî lawazbûna torên peywendiyê û tedbîrên qeydkirinê tên.

Girêdayî mijarê, Rêveberê Navenda Depoyên Rofî yên gundewarê başûrê Kobanê Newaf Ebdurehman diyar kir ku proseya wergirtina genim, piştî bidawîbûna amadekariyên teknîkî, bi awayekî fermî dest pê kir. Lê li herêmê xizmeta bernameya "Şam Kaş" an jî tora "Syriatel" nîn e. Ev yek mekanîzmaya wergirtina pereyan bi rêya bernameyên elektronîkî niha ne mumkin dike.

Ebdurehman anî ziman ku aliyên eleqedar ew agahdar kiriye ku dê pereyên cotkaranî veguherînin bankên çandiniyê yên Kobanê da ku cotkar wergirin.

Ebdurehman destnîşan kir ku mekanîzmaya nû ya wergirtinê ji aliyê tedbîran ve pir hêsan e, lê li ser cotkaran nû ye û pêdiviya wan bi demê heye ku bizanin. Platforma elektronîk dihêle cotkaran pêşwextî dora teslîmkirina genimê xwe rezerv bikin. Cotkar jî pabendî ku di wextê de amade bin, ger dereng man divê ji nû ve dora xwe bi rêya tora Syriatel ku li herêmê nîn e rezerv bikin. Ev jî yek ji astengiyên ku cotkar pê re rû bi rû ye.

Der barê bihayên pejirandî de, Ebdurehman diyar kir ku bihayê tonek genimê sert ê pileya yekem dema ku di tûrên nû de tê radestkirin 46,000 lîreyên Sûriyeyê yên nû ye, lê dema ku tûrên kevin têne bikaranîn dadikeve 45,000 lîreyan. Bihayê genimê sert ê ku bi dokma tê radestkirin 44,000 lîre ye. Ji bo genimê nerm, bihayê wê dema ku di tûrên nû de tê radestkirin 45,000 lîre ji bo her tonekê û dema ku bi dokma tê radestkirin 43,000 lîre ye. Rayedarên peywendîdar dê ji bo her tonek ku tê radestkirin, bêyî ku cûre yan rêbaza radestkirinê çi be, prîmek teşwîqê ya 9,000 lîreyên Sûriyeyê yên nû bidin.

Li gorî serokê navenda depoyên Rofî, genimê "dokma" li navendên Rofî û Çelebiyê, lê genimê "çewalan" li navenda Sirîn tê wergirtin. Demên radestkirinê bi awayekî elektronîkî têne wergirtin, ku dihêle cotkar ji malê yan jî bi serdana navendên wergirtinê rezervasyonê bikin. Ji bo her navendê karmend hatine destnîşankirin da ku di çêkirina hesabên elektronîk û temamkirina xebatên qeydkirin û rezervasyonê de alîkariya cotkaran bikin.

Ebdurehman diyar kir ku mîqdara genimê ku heta niha hatiye wergirtin gihîştiye nêzîkî 200 tonan, lê kapasîteya depokirina depoyên Rofî 12,000 ton e.

Hejmarek cotkaran jî nerazîbûna xwe li hember hin astengiyan de anîn ziman. Cotkar Mişo Bekê destnîşan kir ku tedbîrên wergirtinê bi hevrûkirina salên par re pir zehmet in, li kêleka wê jî hejmara karkeran kêm e û xebatên wergirtin dereng pêk tê.

Bekê diyar kir ku bi hevrûkirina salên par e mewsima îsal di aliyê hilberînê û kalîteyê de bi paş ketiye û biha ne li gorî lêçûnên hilberînê û bilindbûna bihayên sotemeniyê ne.

Bekê hêvî kir ku jinûve biha di ber çavan re were girtin ku barên cotkaran sivik bibe û di dabînkirina pêdiviyên wan ên jiyanê de bibe alîkar.

Di dawiyê de Mişo Bekê bal kişand ser ku hejmarek cotkaran tercîh dikin ku li benda başbûna bihayan bimînin û genimê xwe radest nekin. Mekanîzmaya rezervasyona elektronîk û derxistina sertîfîkayên eslê ji astengiyên sereke yên rûbirûyî cotkaran in.

(fr)

ANHA