Trump: Ger agirbest bi dawî bibe em ê Îranê bombebaran bikin

Serokê Amerîkayê Donald Trump gef li Îranê xwar ku ger agirbest bi dawî bibe, ew ê gelek bombeyan biavêje Îranê û got ku armanca danûstandinên bi Tehranê re ew e ku Îran nebe xwedî çekên nukleerî.

Trump: Ger agirbest bi dawî bibe em ê Îranê bombebaran bikin
20 nîsan, 2026   20:39
NAVENDA NÛÇEYAN

Serokê Amerîkayê Donald Trump diyar kir ku ger agirbesta bi Îranê re bi dawî bibe, wê gelek bombeyan biavêjin Îranê û got ku armanca danûstandinên berdewam bi Tehranê re hîn jî pêşîgirtina li bidestxistina çeka nûkleerî ya wê ye.

Ev daxuyaniyên Trump êvara berî bi dawîbûna agirbestê hatin kirin.

Trump daxuyand ku ew nizane ka wê Îran beşdarî danûstandinên li Îslamabadê bibe yan na, lê Washingtonê li ser amadebûnê erê kiriye û nebeşdarbûna Tehranê ne pirsgirêkek girêdayî wan e.

Ji bo bersivdana pirsa ku gelo Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) dizane kî Îranê bi rê ve dibe Trump got: "Fikrên pir baş li gel me hene û em texmîn dikin ku bi kesên guncaw re didin û distînin."

(ac/fr)

ANHA