Şandeyek hikumeta demkî serdana girtîgeha Dêrikê kir

Şandeyek hikumeta demkî ya Sûriyeyê, di çarçoveya proseya entegrekirina saziyên dawerî yên parêzgeha Hesekê de, serdana girtîgeha navendî ya bajarê Dêrikê kir.

Şandeyek hikumeta demkî serdana girtîgeha Dêrikê kir
Şandeyek hikumeta demkî serdana girtîgeha Dêrikê kir
Şandeyek hikumeta demkî serdana girtîgeha Dêrikê kir
Şandeyek hikumeta demkî serdana girtîgeha Dêrikê kir
Şandeyek hikumeta demkî serdana girtîgeha Dêrikê kir
20 nîsan, 2026   19:39
QAMIŞLO

Di çarçoveya temamkirina proseya entegrekirina saziyan a li gorî bicihanîna peymana 29ˊê Çileyê de, îro şandeyek ji hikumeta demkî ya Sûriyeyê bi serokatiya gerînendeyê rêveberiya girtîgehan a hikumetê Ziyad Ebû Ras serdana girtîgeha navendî ya Dêrikê kir.

Rêveberiya Girtîgehê bi serokatiya Arîn Akrem şande pêşwazî kir. Piştre şande li hundirê girtîgehê gerî, beş û rewşa wê ya giştî şopand.

Duh jî, şandeyek ji Wezareta Dadê ya hikumeta demkî serdana parêzgeha Hesekê kiribû û bi Parêzgar Nûredîn Ehmed re civiyabû.

Serdan di çarçoveya entegrekirina saziyên dadê yên parêzgeha Hesekê û pêkanîna lihevkirina 29`ê Çileyê de pêk hat.

Piştî civînê şandeyê serdana Meclisa Dada Civakî li bajarê Hesekê kir. Li gorî çavkaniyan di civînê de dosya girtiyan û mekanîzmeyên xebtandina li ser dosyayê hatiye nîqaşkirin.

(fr)

ANHA