Trump gefa bidawîkirina danûstandinan bi Îranê re xwar

Serokê Amerîkayê Donald Trump gef xwar ku ger sozên Îranê yên der barê ewlehiya deryayî û betalkirina bacan li Tengava Hurmuzê de derew derkevin, ew ê tavilê danûstandinên berdewam bi Tehranê re bi dawî bike.

Trump gefa bidawîkirina danûstandinan bi Îranê re xwar
24 hezîran, 2026   17:08
NAVENDA NÛÇEYAN

Di postekê de li ser platforma Truth Social, Serokê Amerîkayê Donald Trump diyar kir ku Îranê ji Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) re ragihandiye ku "ne xercên derbasbûnê, ne lêçûnên sîgorteyê, û ne jî xercên din hene ku Îran li ser keştiyên ku di Tengava Hurmuzê re derbas dibin daxwaz dike yan werdigire."

Trump hişyarî da, "Ger ev agahî xelet be, danûstandin dê tavilê biqedin."

Di çarçoveyek din de, Trump red kir ku Washingtonê heta niha tu pere nedane Tehranê yan jî beşek ji pereyên wê yên cemidî berdaye

Trump plana rêveberiya Amerîkayê ji bo danûstandina bi van pereyan re diyar kir û got, "Em ê beşek ji pereyên wan ku di bin kontrola me ya tevahî de ne, ji cotkar û sewalvanên xwe re berdin da ku garis, genim, soya û hilberên din bikirin."

Trump destnîşan kir ku Îran astengiyên giran ên dabînkirina xwarinê dikişîne û dê DYAˊyê ji wê re, wan dabînkirinan "bi taybetî ji bazarên Amerîkî" bikire.

(fr)