CENTCOMˊê li Sûriyeyê serçeteyekî DAIŞˊê kuşt

CENTCOMˊê ragihand ku yek ji serçeteyekî DAIŞˊê di êrişeke hewayî de li bakurê rojavayê Sûriyeyê kuştiye.

CENTCOMˊê li Sûriyeyê serçeteyekî DAIŞˊê kuşt
24 hezîran, 2026   16:34
NAVENDA NÛÇEYAN

Fermandariya Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) ragihand ku di 19ˊê Hezîranê de li bakurê rojavayê Sûriyeyê êrişeke asmanî pêk aniye, di êrişê de serçeteyekî payebilind ê DAIŞˊê Elî Hisên El Elawî kuştiye.

Di daxuyaniya CENTCOMˊê de wiha hate gotin "ev operasyon beşek ji hewldanên berdewam ên Amerîkayê ye ji bo têkbirina çalakiyên terorîstî û hedefgirtina endamên ku dixwazin êrişan li dijî Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) û berjewendiyên wê li hundir û derveyî welêt plan bikin, in. Wê hevkarî bi hevkarên herêmî re di şerê li dijî rêxistinê de dewam bikin."

Fermandarê CENTCOMˊê Admîral Brad Cooper got, "CENTCOM û hevkarên wê ji bo jiholêrakirina bermahiyên DAIŞˊê û misogerkirina têkçûna wê ya dawî pabend in û em ê parastina DYAˊyê, hêzên xwe yên çekdar, hevalbend û hevkarên xwe li herêmê dewam bikin."

(fr)