Cotkarên Hesekê ji ber derengketina wergirtina genim gazinan dikin

Cotkarên Hesekê ji ber derengketina wergirtina berhema wan a genim nerazîbûn nîşan dan, tevî ku wan bi rêya platforma serhêl dema wergertinê standiye. Cokaran diyar kir ku ew bi rojan li bendê mane û her rojekê zêde kiriye barkirinê jî zêde dike.

Cotkarên Hesekê ji ber derengketina wergirtina genim gazinan dikin
25 hezîran, 2026   03:30
HESEKÊ

Pirsgirêka cotkarên li bajarê Hesekê û derdora wê li ber sîloyên genim, ji ber derengketina wergirtina berhema wan a genim berdewam dike. Tevî ku wan bi rêya platforma serhêl (online) ku ji bo birêxistinkirina radestkirina genim hatiye çêkirin, pêşwext dema wergirtinê standine jî. 

Cotkarê bi navê Hesen Mihemed diyar kir ku ew ji hefteyekê zêdetir e li ber sîloyên Hesekê li bendê ye, tevî ku roja radestkirina wî zûtir hatibû destnîşankirin.

Mihemed got: "Piştî ku demek diyar bi rêya platforma serhêl wergirtin, diviyabû ez genimê xwe di wextê diyarkirî de radest bikim, lê ev sîstem nebûya sedema hêsankirina pêvaejoya radestkirinê."

Mihemed diyar kir ku cotkar kirêya ji kamyonan di navbera 600 û 800 de dolarî didin, her wiha her rojeke derengmayînê jî ew 50-100 dolarî didin.

Cotkarê bi navê Ehmed Ellûş ji herêma Umm Madfa, diyar kir ku wî çend roj berê bi rêya platformê demak tomar kiriye, lê hîn nekariye barê xwe daxe.

Ellûş mekanîzmaya derbasbûna kamyonan bo nav sîloyan pirsî û got: "Gelek kamyon bi rêkûpêk di rêzê de ne, hinên din jî bi awayekî bêserûber têne derbaskirin, her çend ew li rêzê nesekinîne jî.”

Cotkarê bi navê Mehmûd Hemed ê ji herêma El Saba Sikûr, diyar kir ku wî di 19`ê vê mehê de demek wergirtiye da ku barê xwe li sîloyên Xiwêranê daxîne, lê wan berê wî nadne sîloyên Hesekê, ku barê wî hîn nehatiye wergirtin, tevî ku rojek zûtir gihîştiye wir.

Hemed daxwaza çareseriyên bibandortir kir da ku pêvajoya wergirtinê birêkûpêk bimeşe û bernameyên zelal û rast ji bo wergirtinê werin danîn, bêyî ku cotkar neçar bimînin ku bi rojan li ber sîloyan bisekinin.

Cotkar Merwan Mihemed got: "Heke hûn bertîleke 200 dolarî an 500 dolarî bidin, barê we tavilê, bêyî ti belge an tiştek din, dê werin wergirtin, ev tişt li sîloyên Xiwêran, El Melbiyê û Hesekê jî çêdibe. "

Cotkara Elî Hisên jî îşaret bi derengxistina wergirtinê kir ku barê hilberînerên ku ji çend rojan ve li bendê ne zêde dike.

Hisên got: "Ger te 200 an jî 500 dolar bertîl da, wê barê te rasterast derbas bibe û bêyî îsbatan an tiştekî din. Ji navenda Xiwêranê û Milebiyê bigire heta bi depoyên genim ên Hesekê jî."

Cotkaran bang li rayedarên têkildar kir ku mekanîzmaya xebatê bi rêya platforma elektronîk ji nû ve organîze bikin û li gorî bernameyên wergirtinê yên diyarkirî tev bigerin.

Ajansa me giliyên cotkaran ji Rêveberiya Giştî ya Sîloyan re ragihandin lê heta niha bersiv nedane.

ANHA