Trump: Divê Îran bedel bide

Serokê Amerîkayê Donald Trump diyar kri ku "Îranê ji bo danûstandinên li ser rêkeftinekê demek pir zêde xerc kir, divê niha bedel bide."

Trump: Divê Îran bedel bide
10 hezîran, 2026   18:42
NAVENDA NÛÇEYAN

Serokê Amerîkayê Donald Trump îro di posteke li ser platforma Truth Social de got "Îranê ji bo danûstandinên li ser rêkeftinekê demek pir dirêj xerc kir û niha divê bedelê wê bide."

Trump wiha domand: "Îran ji bil axaftinê tiştekî nake, pratîk tune ye. Demeke pir dirêj di danûstandinên li ser rêkeftinê de xerc kir."

Daxuyaniyên Trump di demekê de hatin ku rayedarekî agahdar ji Reutersˊ re got ku danûstandkarên Qeterê roja çarşemê (10 Hezîran) çûne Tehranê, wekî beşek ji hewildanên ji bo gihîştina rêkeftinekê piştî şêwirmendiyên bi Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê re.

Di demekê de rayedarekî şopîner ji Ruetersê got ku danûstandkarên Qeterî vê sibehê berê xwe da Tehranê ku şêwirên li ser rêkeftinekê pêk bînin, ev daxuyaniyên Trump hatin kirin.

(fr)