Trump careke din gefa êrişa li dijî Îranê xwar

Serokê Amerîkayê Donald Trump careke din gefa êrişên li dijî Îranê xwar û got, "Divê Îranê tavilê wekîlên xwe yên li Lubnanê ku pirsgirêkan derdixin, rawestîne."

Trump careke din gefa êrişa li dijî Îranê xwar
21 hezîran, 2026   21:44
NAVENDA NÛÇEYAN

Serokê Amerîkayê Donald Trump, di demekê de ku Cîgirê wî J.D. Vance bi rayedarên Îranî re di yekem danûstandinên xwe de li gorî peymana agirbestê civiya û bi ragihandina Îranê ya girtina careke din a Tengava Hurmuzê re, gef xwar ku dê şerê li dijî Îranê ji nû ve gur bike.

Trump got, "Divê Îran rasterast wekîlên xwe yên li Lubnanê ku arîşeyan derdixin rawestîne. Ger wisa nekir, wê Îran careke din bi hêz were derbekirin, weke çawa me hefteya borî kir, lê hîna ji wê bi hêztir."

Kanala Fox Newsˊê bi bîr xist ku Trump ji berpirsên Îranê re got ger Tengav were girtin "Wê welatê we nîn be" û gefa kontrolkirina korîdora deryayî xwar.

(fr)