Parêzgarê Hesekê Serokê Heyeta Navendî ya Çavdêriyê pêşwazî kir

Parêzgarê Hesekê Endazyar Nûredîn Ehemd Serokê Heyet Navendî ya Çavdêriyê ya hikumeta demkî ya Sûriyeyê pêşwazî kir.

Parêzgarê Hesekê Serokê Heyeta Navendî ya Çavdêriyê pêşwazî kir
Parêzgarê Hesekê Serokê Heyeta Navendî ya Çavdêriyê pêşwazî kir
Parêzgarê Hesekê Serokê Heyeta Navendî ya Çavdêriyê pêşwazî kir
Parêzgarê Hesekê Serokê Heyeta Navendî ya Çavdêriyê pêşwazî kir
21 hezîran, 2026   20:58
NAVENDA NÛÇEYAN

Parêzgarê Hesekê Endazyar Nûrdîn Ehmed, Serokê Heyeta Navendî ya Çavdêriyê Endazyar Amir El Elî û şandeya pê re pêşwazî kir. Di civînê de Berpirsa Komîteya Entegrasyonê Dr. Jiyan Hesen jî amade bû. Ev hevdîtin di çarçoveya şopandina gavên entegrasyona saziyan û xurtkirina karûbarên çavdêrîyê li parêzgehê de hat lidarxistin.

Di civînê de mekanîzmaya entegrasyonê û çalakkirina karê Heyeta Navendî ya Çavdêriyê li Hesekê hate nirxandin, her wiha li ser rêbaz û tedbîrên ku dikarin amûrên şopandinê pêşve bibin û rola çavdêrîyê xurt bikin gotûbêj hate kirin, bi awayekî ku dibe sedema bilindkirina asta performansa saziyî û başkirina kalîteya xizmetên pêşkêşkirî.

Amadebûyan girîngî da xurtkirina hevrêziyê di navbera aliyên têkildar de, aktîvkirina mekanîzmeyên xebata hevbeş ku şefafî û karîgeriya saziyên giştî li parêzgehê bi pêş dixe.

(fr)