Qalîbaf bersiva gefên Trump ên bombekirina Îranê da

Serokê Parlamentoyê û danûstandkarê sereke yê Tehranê, Mihemed Baqir Qalîbaf bersiva gefên Serokê Amerîkayê Donald Trump da ku eger êrişên Hizbullahê li ser Îsraîlê li Lubnanê berdewam bikin, careke din Îranê bombebaran bike.

Qalîbaf bersiva gefên Trump ên bombekirina Îranê da
21 hezîran, 2026   21:51
NAVENDA NÛÇEYAN

Serokê Parlamentoyê û danûstandkarê sereke yê Îranê Mihemed Baqir Qalîbaf li ser platforma "X" nivîsand: "Ma ew nabînin ku eger gefên wan bandorek hebûya, ew ê niha di rewşek wisa bêhêvî de nebûna? Em gefên Amerîkayî li ber çavan nagirin."

Qalîbaf wiha li gotina xwe zêde kir, "Çêtir e ku ew bala xwe bidin tiştên ku ew dibêjin. Hêzên me yên çekdar amade ne ku bi awayekî cûda bersiva wan bidin. Çi bêjin jî, em xwedî însiyatîf in."

Di çarçoveyek têkildar de, medyaya Îranê ragihand ku tîma danûstandinê ya Îranê di danûstandinên Swîsreyê de bi Amerîkayê re ji bo nerazîbûnê li dijî daxuyaniyên Trump cihê civînê terk kir, lê malpera nûçeyan a Amerîkî Axios ev yek red kir.

Trump îro, gotibû ku eger Hizbullaha Lubnanê pirsgirêkan derxe ew careke din Îranê bombe bikin.

(fr)