Trump budçeya parastinê ya 2026’an îmze kir

Serokê DYA’yê Donald Trump pêşnûmeya budçeya darayî ya Wezareta Parastinê ya 2026’an îmze kir ku yek ji bendên wê betalkirina Qanûna Qeyser e.

Trump budçeya parastinê ya 2026’an îmze kir
19 kanûn, 2025   13:43
NAVENDA NÛÇEYAN

Serokê DYA’yê Donald Trump pêşnûmeya budçeya darayî ya Wezareta Parastinê ya 2026’an îmze kir.

Yek ji bendên pêşnûmeyê jî betalkirina Qanûna Qeyser ku ji sala 2019’an de li ser Sûriyeyê hatiye spandin.

Di 11’ê Kanûnê de, Meclisa Nûneran a Amerîkayê bi erêkirina 112 dengan ji bingehê 312 dengan, pêşnûmeya budçeya Wezareta Parastinê ya sala darayî ya 2026’an pejirandibû. Yek ji bendên pêşnûmeyê jî betalkirina Qanûna Qeyser e.

Berî 2 rojan Senatoya Amerîkayê bi piraniya dengan dengê erênî da metna dawîn a heman qanûna budçeyê pêşnûmeyê.

Pêşnûme jî bo îmzekirinê, ji Donald Trump re hat şandin.

Duh Trump li Qesra Spî pêşnûme îmze kir û ket meriyetê. Bi vê yekê cenazeyê Qanûna Qeyser bi fermî betal bû.