Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn hatin bîranîn

Rojnamevan Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn ku di encama êrişeke balafireke bêmirov a dewleta Tirk de şehîd bûbûn, li Stenbolê hatin bîranîn.

Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn hatin bîranîn
19 kanûn, 2025   14:21
NAVENDA NÛÇEYAN

Li Stenbolê bi pêşengiya Komeleya Rojnamevanên Jin ên Mezopotamyayê (MKG) û Komeleya Rojnamevanên Dîcle Firatê (DFG) ji bo bîranîna rojnamevan Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn ku di encama êrişeke balafireke bêmirov a dewleta Tirk de şehîd bûbûn civînek hat lidarxistin. Di civînê de dirûşmên "Çapemeniya azad nayê bêdengkirin" hatin berzkirin û wêneyên rojnamevanan hatin hilgirtin.

Xebatkara rojnameya Yenî Yaşamê Salîha Aras diyar kir ku Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn ji ber eşkerekirina rastiyê hatine hedefgirtin. Salîhayê destnîşan kir ku qetilkirina rojnamevanan êrîşek li ser mafê gel ê agahî wergirtinê ye û got ku ew ê dev ji nivîsandina rastiyê bernedin.

Rojnamevanên ku di bîranînê de axivîn, diyar kir ku zextên li ser çapemenî û azadiya ramanê li Tirkiyeyê zêde dibin û hat gotin ku rojnamevan tên darizandin û hedefgirtin. Serpîl Unal û Pînar Gayip, gotin ku têkoşîna rojnamevanên ku jiyana xwe ji dest dane, dê bidome.

Hevseroka DEM Partiyê ya Stenbolê Çînar Altan jî anî ziman ku rojnamevanên ku hatine qetilkirin di şert û mercên şer de rastiyê ragihandine û karekî girîng li dijî propagandaya reşkirinê pêk anîne.

Civînê bi gotina "Rojnamevanî ne sûc e" bi dawî bû.