Artêşa Îsraîlê li Deryaya Sor dest bi rahênanan dike

Artêşa Îsraîlê ragihand ku îro li Deryaya Sor dest bi rahênanên leşkerî dike.

Artêşa Îsraîlê li Deryaya Sor dest bi rahênanan dike
19 tebax, 2025   12:16
NAVENDA NÛÇEYAN

Berdevkê artêşa Îsraîlê ragihand ku îro piştî danê nîvro li Deryaya Sor dest bi rahênanên leşkerî dikin.

Rojnameya Yedioth Ahronoth ku agahiyên xwe dispêre çavkaniyên leşkerî, destnîşan kir ku dê rahênan tevgerên zêde yên hêzên deryayî û çalakiya keştiyan li herêmê vehewîne. Rojnameyê diyar kir ku tu nîşaneyên hebûna gefên ewlehî yan jî bûyerên girêdayî rahênanan tune ne.

Li gorî artêşê, ev rahênan di çarçoveya plana salane ya xurtkirina amadekariya operasyonan û başkirina hevkariyê di nava yekîneyên deryayî de tê kirin.

(fr)