Trump: Ez li vir nebûma NATO dikeve çopxaneya dîrokê

Serokê Amerîkayê diyar kir ku ger ew li wir nebûya îro NATO tunebû û wî NATO ji ketina nava çopxaneya dîrokê rizgar kir.

Trump: Ez li vir nebûma NATO dikeve çopxaneya dîrokê
20 ÇILE, 2026   22:00
NAVENDA NÛÇEYAN

Serokê Amerîkayê Donald Trump got wê NATO ji ketina nava "çopxaneya dîrokê" rizgar kir.

Serokê Amerîkayê li ser platforma xwe ya Truth Social nivîsand û got "Tu kesî yan tu serokekî ji serok Donald Trump zêdetir ji bo NATOˊyê nekiriye. Ger ez li vir nebûma, îro NATO tunebûya. Ew ê biketa nav çopxaneya dîrokê. Mijarekî xemgîn e, lê rastiyek e."

(fr)