Konvoyên çeteyan ên ku ji Sirînê diketin rêya Kobanê derbên giran xwarin

Konvoyên çeteyên hikumetê û yên dewleta Tirk xwestin ji bajarê Sirînê ber bi Kobanê ve werin, şervanên QSD û YPJˊê derbên pir giran li wan dan, gelek çete hatin kuştin.

Konvoyên çeteyan ên ku ji Sirînê diketin rêya Kobanê derbên giran xwarin
20 ÇILE, 2026   22:15
NAVENDA NÛÇEYAN

Nûçegihana me ji herêmê diyar kir ku çeteyên hikumeta demkî û yên dewleta Tirk a dagirker xwestin bi konvoyan ji bajarê Sirînê ber bi Kobanê ve herin, lê şervanên QSD û YPJˊê derbên pir biandor û giran li wan dan.

Nûçegihan daxuyand ku hejmarek çete hatin kuştin û gelek erebeyên leşkerî hatin îmhakirin. Ji ber lêdana giran çete filitîne paşve kişiyan.

(fr)