Tolhildan Hîzan di bin dorpêçiyê de hate oxir kirin

Cenazeyê gerîlayê HPG'ê Tolhildan Hîzan (Mahsûm Yilmaz) ku piştî 2 salan radestî malbata wî hate kirin, di bin dorpêça leşkeran de hate oxir kirin.

Tolhildan Hîzan di bin dorpêçiyê de hate oxir kirin
15 kanûn, 2023   10:37
NAVENDA NÛÇEYAN

Gerîlayê HPG'ê Tolhildan Hîzan (Mahsûm Yilmaz) di sala 2021’ê de li Herêma Xerzanê şehîd bûbû. Cenazeyê Yilmaz li Goristana Bêkesan a Meletiyê hatibû veşartin û piştî du salan radestî malbata wî hate kirin û li gundê Gayda yê navçeya Xîzan a Bedlîsê ya Bakûrê Kurdistanê di bin dorpêça leşkeran de hate oxir kirin.