Artêşa Tirk a dagirker gundên Biradostê topbaran dike

Artêşa Tirk a dagirker gundên Robê, Riwal, Taristan û Kemkora yên girêdayî Herêma Biradostê topbaran dike.

Artêşa Tirk a dagirker gundên Biradostê topbaran dike
15 kanûn, 2023   11:14
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî Rojnewsê artêşa Tirk a dagirker gundên Robê, Riwal, Taristan û Kemkora yên girêdayî Herêma Biradostê, ji danê siharê ve topbaran dike. Nehat zanîn artêşa dagirker ji kîjan baregehên xwe yên di nav xaka Başûrê Kurdistanê de gundan topbaran dike.

Derbarê ziyanan de ti agahî nehatin bidest xistin.

Her wiha  di 12’ê kanûnê de leşkerên Artêşa Tirk a dagirker ketibûn nava gundên Biradost yên Bermîze û Hêşme, nedihiştin xelk biçin nav gundên xwe û welatî ji aliyê leşkeran ve li ber lêpirsînê re dihatin derbaskirin.