TOL: 2 DAIŞʹî li Reqayê hatin girtin

TOL ên girêdayî QSDʹê ragihand ku di operasyoneke ewlehî li bajarê Reqayê de 2 çeteyên DAIŞʹê hatin girtin.

TOL: 2 DAIŞʹî li Reqayê hatin girtin
24 îlon, 2024   20:12
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) bi daxuyaniyekê ragihand ku 2 çeteyên DAIŞʹê hatin girtin.

Li gorî daxuyaniya navendê wiha hat gotin: "Hêzên me, Tîmên Operasyonên Leşkerî (TOL), bi operasyonekê li bajarê Reqayê terorê bi navê Mihemed El Coce (Ebî Ebod) ê ji gundê Qisor Selom ê gundewarê Helebê û terorekî pê re girtin.

Terorîst El Coce ʹEşbal El Xîlafeʹ ji kampan direvand û têkiliyên wî bi serçeteyên DAIŞʹê re xurt e."

(fr)