Komplo û geşedanên siyasî li Dêrazorê hatin nîqaşkirin

Endamên Kombûna Jinan a Zenûbiya û şervanên YPJ'ê bi şêniyên rojhilatê kantona Dêrazorê re civiyan. Di civînê de pergala îşkence û qirkirinê ya ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan û geşedanên siyasî yên li Sûriyeyê hatin nîqaşkirin.

Komplo û geşedanên siyasî li Dêrazorê hatin nîqaşkirin
Komplo û geşedanên siyasî li Dêrazorê hatin nîqaşkirin
Komplo û geşedanên siyasî li Dêrazorê hatin nîqaşkirin
Komplo û geşedanên siyasî li Dêrazorê hatin nîqaşkirin
24 îlon, 2024   20:04
DÊRAZOR

Endamên Kombûna Jinan a Zenûbiya û şervanên Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) civînên xwe yên girseyî bi şêniyên rojhilatê Dêrazorê re didomînin. Îro jî ji xelkê gundewarê rojhilatê Dêrazorê re civînek hat lidarxistin.

Civîn li hola parka bajarê Hecînê hat organîzekirin. Di serî de fermandara YPJ'ê Zinarîn Qamişlo li ser armancên civînê wiha axivî: "Armanc ji lidarxistina civînê rewşa Rêber Abdullah Ocalan, rewşa siyasî û leşkerî werin şîrovekirin. Rêbaz û pranîsbên şerê gel ê şoreşgerî, helwesta jin û mêran ên azad li hember van bûyeran çi ye, werin şîrovekirin."

Zinarîn Qamişlo diyar kir ku pergala îşkence û qirkirinê ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan bi armanca têkbirina îradeya gelan û şoreşên wan e û got: "Ew sîstem bi siyasetên ku li herêmê tên meşandin ve girêdayî ye. Armanc jî têkbirina aramî û ewlehiya herêmê ye."

Di dawiya axaftina xwe de Zinarîn Qamişlo teqezî bi girîngiya bilindkirina asta têkoşînê li gorî fikrên Rêber Abdullah Ocalan da.

Beşdaran bang li Kombûna Jinan a Zenûbiya û YPJ'ê kir ku civînên wiha zêde bikin û teqezî bi girîngiya yekbûnê li hemberî planên li ser herêmê, da.

Her wiha beşdaran diyar kir ku şêniyên kantona Dêrazorê hemû planên li dijî herêmê têk birin û ew ê têkoşîna xwe bidomînin. Beşdaran piştgiriya xwe ji Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) û berxwedan wan a li hemberî planên li dijî herêmê re nîşan da.

Beşdaran di dawiyê de got ew ê xwe di çarçoveya şerê gel ê şoreşgerî de amadekariyên xwe bilind bikin, hevgirtinê xurt bikin û çalakiyên bi armanca pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan zêde bikin.

(mh)

ANHA