TJA dê ji bo azadiya fizîkî ya Rêber Apo bimeşe

Jinên bakûrê kurdistanên di 1'ê Cotmehê de ji bajarê Amedê ya bakûrê kurdistanê wê bi dirûşma "Em bi hêvî ber bi azadiyê ve bimeşin" ber bi bajarê Enqereyê a tirkiyê ve bimeşin û gotin: “Azadiya Rêber Abdullah Ocalan, azadiya me jinan û gelan e.” 

TJA dê ji bo azadiya fizîkî ya Rêber Apo bimeşe
25 îlon, 2025   12:46
NAVENDA NÛÇEYAN

Tevgera Jinên Azad (TJA) ji 1’ê Cotmehê heta 7’ê Cotmehê, ji Amedê heta Enqereyê bi dirûşma ‘Bi hêviyê ber bi azadiyê dimeşin’ ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan û derbaskirina astengiyên li pêşberî mafên me yên kolektîf dimeşin. Ji Amedê dest pê dikin, bi gav bi gav li bajarên Rihayê, Dîlokê, Edeneyê, Mêrsînê û Enqereyê dimeşin û azadiyeke civakî ava dikin."

Têkildarî vê çalakiyê li Qonaxa Cemîl Paşa ya li bajarê Amedê ya bakûrê kurdistanê daxuyaniyek ji çapemeniyê re hate dayin.

Endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê, aktîvîstên TJA'yê, hevserokên bajar û şaredariyan ên DEM Partiyê û gelek jin tevlî daxuyaniyê bûn.

daxuyaniyê Kurdî ji aliyê Parlamentera Mêrdînê ya DEM Partiyê Berîtan Guneş, Tirkiya wê jî ji aliyê endama TJA'yê Hulya Alokmen ve hate xwendin.

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Her gaveke me mîrateya dehan salan a têkoşînê ji xwe re dike referans, hêvî ji bo me dibe ronahî; azadî jî dibe armanc. Ev rêya me ya mil bi mil wê bi dengê lingê doza herî mafdar derbas bibe. Em jin ji bo Rêberê Gelan Abdullah Ocalan dimeşin ku li dijî polîtîkayên asîmîlasyon û înkarê ji gelê Kurd re bûye hêvî. Rêberê Gelan Abdullah Ocalan ku ji bo çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd her firsendê bangê dike, yekane muxatabê çareseriyê ye. Desthilatdariya ku hiqûqa xwe tine dihesibîne ûs îstema tecrîdê ya Îmraliyê tine dihesibîne, neçareseriyê ferz dike. Em bang li wê desthilatdariyê dikin; azadiya Rêberê Gelan Abdullah Ocalan azadiya me jinan û gelan e. Rêya çareseriya rasteqîn bidawîkirina sîstema tecrîdê ya Îmraliyê ye. Nîşaneya demokratîkbûnê ji bo civakê azadiya Rêber Abdullah Ocalan e. Afirandina şert û mercên azadiyê yên Rêberê me wê rêya aştî û demokratîkbûnê veke."

Hate destnîşankirin ku Rêber Apo ji bo aştiya mayinde ya li Rojhilata Navîn aktorê sereke ye, lewma şert û mercên azad ên kar û jiyanê divê jê re bêne afirandin.

Daxuyanî bi dirûşma 'Jin, Jiyan, Azadî' bi dawî bû.