‘Tişta ku li Siweydayê diqewime ne bûyerek tenê ye’

Platforma Diyaloga Jinan a Neteweyî ya Sûriyeyê fikarên xwe ser zêdebûna pevçûnên li bajarê siwedaya Sûriyeyê anî ziman û got: "Ev yek aştiya sivîl tehdît dike û rê li ber şer, cudekarî û dûrxistinê vedike."

‘Tişta ku li Siweydayê diqewime ne bûyerek tenê ye’
15 tîrmeh, 2025   11:32
NAVENDA NÛÇEYAN

Bajarê Siwedayê ev çend roj in piştî pevçûnên di navber Durziyan û hêzên girêdayî rêveberiya veduhêz ya Sûriyeyê de êrîş û revandin pêk hatin. Di encamê de bi dehan kes jiyana xwe ji dest dan û birîndar bûn.

Platforma Diyaloga Jinan a Neteweyî ya Sûriyeyê duh êvarê daxuyaniyek weşand û tê de fikarên xwe ser zêdebûna rewşa xeternak li bajarê Siweydayê anî ziman.

Daxuaynî wiha ye:

“Tiştê ku li Siweydayê diqewime ne bûyerek tenê ye, lê encama berhevkirî ya nebûna edaleta siyasî û paşguhkirina çareseriyên radîkal e ku dê pevçûnê bi dawî bikin û rûmeta hemû Sûriyan vegerînin. Em bi eşkereyî mantiqa tundiyê û otorîterîzmê red dikin. Em beşdariya hin dezgehên rêveberiya Şamê di gurkirina vê pevçûnê de bi rêya teşwîqkirin, alîgirî an çalakiya rasterast bi tundî şermezar dikin.

'PÊWÎSTÎ Bİ VEKİRİNA KANALÊN DİYALOGÊ HEYE'

Li kêleka wê tundiyê pêş dixin, dabeşbûna sivîl gur dikin û civaka me ber bi kûrahiyek nû ve dibin. Neteweyek bi rêya teşwîqkirinê nayê avakirin, lê bi rêya rêzgirtin, wekhevî û hesibandina her pêkhateyek civakî wek beşek yekgirtî ya pêşeroja Sûriyeyê, tê avakirin. Em hedefgirtina civak û pêkhateyan red dikin. Ji bo çareserkirina vê pêvajoyê kanalên diyalogê yên berpirsyar bên vekirin û jin û civak tê de rolek çalak ne rûberî, bilîzin. Çareserkirina sedemên avahîsaziyê yên aloziyê bi riya reformên siyasî yên berfireh tê kirin, ne bi rêya çareseriyên ewlehiyê yên ku tepeserkirin û teqînên dubare didomînin."

'HEVGİRTİNA XWE Bİ GELÊ SUWEYDAYÊ RE NÎŞAN DİDİN'

Platformê di dawiya daxuyaniyê de hevgirtina xwe bi gelê Siweydayê re nîşan da û got: "Em hevgirtina xwe bi gelê Siwêdayê re radigihînin. Di vê kêliya krîtîk de, em di Platforma Diyaloga Neteweyî ya Jinan de pabendbûna xwe bi nirxên aştî, edalet û lihevhatinê re nû dikin û em tekez dikin ku Sûriye ne hewceyî kesên ku bi çekan serdikevin e, lê ew hewceyî kesên ku çanda jiyanê xwedî dikin e."