‘Tirkiye vediguhere dewleteke bêbandor a herêmê’

Lêkolîner Hanî Silêman got polîtkayên derve û hundir ên dewleta Tirk di nava aloziyeke giran de ye û dibe wê ji dewleteke bihêz veguherîne dewleteke bêbandor a herêmê ku nikare destkeftiyan bi dest bixe û ji ber wê dê gelek kaxizan ji dest bide.

‘Tirkiye vediguhere dewleteke bêbandor a herêmê’
8 cotmeh, 2024   07:10
NAVENDA NÛÇEYAN
GÎVARA ŞÊX NÛR

Siyaseta derve, hundir, aborî û civakî ya dewleta Tirk di nava aloziyê de ye. Her wiha siyaseta wê ya derve têkildarî Rojhilata Navîn û dewletên cîran guheriye û ji dewleteke pozbilind veguheriye dewletekê ku tawîzan dide.

Lêkolînerê kar û barên navneteweyî yê ji Misirê Hanî Silêman têkildarî mijarê got: "Siyaseta derve ya Tirkiyeyê di aloziyeke giran re derbas dibe. Ev pêvajo demkî ye û gelekî dijwar e. Rola Tirkiyeyê di navbeynkariyê, bandorkirina li ser gelek dosyayên derve û herêmî yên girîng de, bi paş ketiye. Wek şerê li Xezayê û êrişên Rûsyayê li Ukraynayê. Yan jî rêzedosyayên herêmî û navnteweyî yên cuda. Ev hemû bandorê li rola Tirkiyeyê û siyaseta wê ya derve dikin û rêjeya bandora wê û pêbaweriya wê bi paş xistine."

Silêman diyar kir ku Tirkiye dizane di pêvajoyeke hesas de ye û dê hin tawîzan bide yan jî ji hin sozên têkildarî siyaseta xwe ya derve dane û bandora wê di gelek dosyayan de, vekişe.

Li gorî Silêman ev nîşane di têkiliyên yên li gel Erebistana Siûdî, Misir, Lîbyayê û welatên Deryaya Spî de diyar dibin û xuya dibe çi qas amûrên wê yên siyasî zeîf in û êdî Tirkiye serî ji vîna navneteweyî û nêrînên têkildarî dosyaya îxwan Muslimîn a li Misirê, dosyaya Lîbyayê, gaza li Deryaya Spî û şerê Xezayê re tewandiye.”

Silêman wiha domand: "Siyaseta derva ya Tirkiyeyê, nikare têkiliyên dewletê bi gelek aliyan re xurt bike û bandorê li dosyayên herêmî û navneteweyî bike. Her wiha nekarî têkiliyên xurt ku hebûna wê li ser asta herêmî bi gelek dewletên cîran re ava bike yan jî têkiliyên herêmî ava bike yan jî berjewendiyên xwe yên aborî bi rêya vê siyasetê bi dest bixe. Nekarî tev li hevkêşeya gaza Deryaya Spî bibe yan jî nekarî têkiliyên aborî bi Lîbyayê û Afrîkayê re çêke.”

BI KAXIZA ÎSLAMA SIYASÎ ARMANCÊN TIRKIYEYÊ

Silêman got: "Kaxiza îslama siyasî armancên ku Tirkiye dixwaze bi dest nexistin, yanî vejandina Împaratoriya Osmanî di nava xetereyê de ye."

Li gorî Silêman, dewleta Tirk di vê wextê de hewl dide destkeftiyên xwe biparêze û ji vê zêdetir tawîzan nede, têkiliyên xurt bi dewletên herêmî û navneteweyî yên nû re ava bike, nemaze bi Misir û Siûdiyê re û hewl dide bi Yewnanistan û Qibrisê re li hev were, ji bo ku di hevkêşeya gaza Deryaya Spî de cih bigire û destkeftiyên hevbeş bi dest bixe.

Silêman destnîşan kir ku dewleta Tirk hewl daye beşeke pozîsyona xwe vegerîne, pirsgirêkên xwe heta radeyeke mezin bi dawî bike, hebûna xwe li herêmê ji nû ve saz bike, zirarên di 5 salên dawîn de derbas bike.

Silêman îşaret bi nakokiyeke din a têkildarî siyaseta derve ya Tirkiyeyê kir ku beşeke ji bo peydakirina derfetên aborî ye, lê lêçûna tevgerên wê di Sûriyeyê de zêde bû û destwerdana li hin dosyayan bi awayekî neyînî bandor li hundirê Tirkiyeyê, rewşa jiyanî û aborî kir.

Silêman bal kişand ser siyaseta hundirîn û got: "Alîgiriya AKP`ê bi paş ketiye û di hilbijartinên dawîn de aşkera bû. Êdî Erdogan nikare bi hêzên siyasî yên hundirîn re rêkeftinan çêke. Aboriya Tirkiyeyê di vê dawiyê de gelekî bi paş ketiye. Rêjeya enflasyonê û bêkariyê zêde bûye."

Silêman ev li gotinên xwe zêde kir: "Tirkiye xwe wek piştevanê koçberan nîşan dide û pabendî mafên mirovan e. Lê vê dawiyê ji ber danûstandinên wê penaberên gelek dewletan re bi taybet sûriyeyiyan her kes jê dûr ketiye. Bi demê re diyar bû ku Tirkiye kaxiza penaberan wek wesîleyeke fişarê li ser Yekitiya Ewropayê û danûstandina li gel Almanyayê bi kar anî ji bo ku destkeftiyan di dosyayên din de bi dest bixe. Lê ev rastiya Tirkiyeyê bi lez aşkera bû."

Silêman got AKP di xîtabê xwe de behsa jiyana hevbeş, çarenûsa hevbeş di navbera hêzên siyasî de dike, lê diyar kir ku ev xîtab hate guhertin û paşguhkirina hêzên siyasî yên din serwer bû.

Li gorî Silêman “Tirkiyeya bihêz dê veguhere dewleteke wisa ku bandora xwe ya herêmî ji dest bide” û nikare destkeftiyan bi dest bixe û di encamê de dê gelek kaxizan ji dest bide”.

(şx)

ANHA