Ciwanên Şoreşger: Em ê meşa azadiyê bidomîn

Ciwanên Şoreşger anî ziman ku tu kes nikare wan ji  ramanên Rêber Abdullah Ocalan dûr bixin û gotin, dê meşa azadiyê bidomînin.

Ciwanên Şoreşger: Em ê meşa azadiyê bidomîn
8 cotmeh, 2024   03:10
QAMIŞLO

Endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê- kantona Cizîrê anîn ziman ku ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan pêk were, berxwedan û têkoşîneke rasteqîn ji ciwanan tên xwestin. 

Berdevkê Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyayê –Bajarê Çilaxa Mîlad El Akûb bi bîr xist ku wekî endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekitiya Jinên Ciwan têkoşîna wan a ji destpêkê şoreşê ve û heya niha ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan e.

Akûb diyar kir ku wekî pêşengên şoreşê têkoşîna wan têrker nin e û wiha pê de çû: "Wekî ciwanên şoreşger divê em berpirsyartiya xwe hîn bêtir fêm bikin û di meşa têkoşînê û armancên wê de gavên cidî de biavêjin. Ji bo em planên li dijî me têne kirin fêm bikin, divê em xwe di ramanên Rêbertî de kûr bikin. Dixwazin bi rêya ciwanan şerekî taybet li dijî gelê me bimeşînin. Divê  hayê me ji planan hebin û nebin amûrên pêkanîna berjewendiyên dijmin. Heya azadiya fîzîkî ya Rêbertiya xwe pêk bînin û destkeftiyên gel û şehîdên xwe biparêzin, divê em bi armancên xwe girêdayî bin."

Mîlad El Akûb destnîşan kir ku Rêber Abdullah Ocalan rêberê tevahî mirovahiyê ye û ji bo azadiya tevahî gelên herêmê tê dikoşe.

El Akûb diyar kir bêyî projeya neteweya demokratîk çareseriyên mayînde ji aloziyên li Rojhilata Navîn re nin in û got: "Neteweya demokratîk ku Rêbertî ji gelan re diyar kirye rêya durust a ber bi azadî, demokrasî û bidawîbûna krîzan ve ye."

El Akûb bêdengiya rêxistinên navneteweyî û hiqûqî di serî de CPT’ê ya li hemberî pergala îşkcene û qirkirinê jî şermezar kir û got: "Rêbertî girtiyekî siyasî ye. Li gorî qanûnên navneteweyî, mafê rêbertî heye ku parêzer û malbata xwe bibîne, lê desthilata Tirk bi qebûlkirina hêzên navneteweyî vî mafî li ber çav û guhên rêxistinên hiqûqî û CPT’yê bin pê dike. Ev rêxistinî jî li hember van pêkanînan erkên xwe bi cih nayînin."

Mîlad El Akûb di dawiya axaftina xwe de ev peyam da "Çi qasî êriş û plan di şexê Rêber Abdullah Ocalan de li dijî me dijwar bibin, em gav şûnde navêjin. Em ê li ser fikr û felsefeya Rêbertî li ber xwe bidin û meşa azadiyê bidomînin, heya azadiya wî ya fîzîkî pêk bînin û hêviyên gelên xwe yên bidestxistina mafên xwe bi cih bînin."

Endama Yekitiya Jinên Ciwa Sabrîn Îlyas anî ziman ku weke jin bi saya Rêber Abdullah Ocalan wateyên azadî û rûmetê nas kirine.

Sabrîn diyar kir ku Rêber Abdullah Ocalan nêrîna şaş a ji aliyê civaka bavislar a serdest a li hemberî jinan guhert.

Sabrînê siyasetên qirkirin û îşkenceyê yên li dijî Rêber Abdullah Ocalan tên meşandin bi tundî şermezar kir û wiha dom da axaftina xwe: "Lîstokên dewleta Tirk a dagirker û hêzên hegemonîk êdî aşkera bûne. Em gelên herêmê bi taybetî jin asta qirêjiya van plan  hewldanên domdarî ên  dûrxistina me ji Rêberê me dizanin. Bi saya fikr û felsfeya Rêbertî em zane û şiyar bûne. Em ê nehêlin ku ev plan bibin sedema şikandina îrade û hêza me."

Sabrîn azadiya Rêber Abdullah Ocalan wekî azadiya tevahî gelên herêmê bi nav kir û got: "Ji bo azadiya fîzîkî ya Rêbertî pêk were di serî de jin, divê tevahî tevgerên ciwanan, welatparêz û tevahî pêkhateyên gel li hemberî pergala îşkence û qirkirinê bisekinin."

Endamê Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê Elî Receb got, felsefeya Rêber Abdullah Ocalan ji bo wan felsefeya jina bi rûmet e.

Elî Receb anî ziman ku ew ê heya dawiyê li dû ramanên Rêber Abdullah Ocalan û anî ziman ku tu kes nikare wan ji Rêbertî dûr bixe.

Elî Receb di dawiyê de got: "Ji bo azadiya fîzîkî ya Rêbertî, wekî ciwanên şoreşger erka dikeve ser milê ew e ku têkoşîn û berxwedaneke rasteqîn bi rêxistin bikin, fikr û felsfeya wî bi awayekî berfireh di nava tevahî beşên civakê de belav bikin."

(bb)

ANHA