Tirkiye hebûna xwe li Lubnanê xurt dike

Medyaya Erebî berferhbûna desthilata Tirkiyeyê ya li Lubnanê şopandin û li ser bandorên girtina Tengava Hormuzê û veguherandina rêyên deryayî yên stratejîk bo qadên pevçûnê hişyarî da.

Tirkiye hebûna xwe li Lubnanê xurt dike
12 tebax, 2026   09:45
NAVENDA NÛÇEYAN

Şîroveyên ku îro di rojnameyên navneteweyî de hatine weşandin, li ser hewldanên Tirkiyeyê yên ji bo xurtkirina bandora xwe li Lubnanê û nakokiya zêde ya li ser rêyên deryayî, nivîsîn.

TIRKIYE BI ROLEKE MEZINTIR LI LUBNANÊ RE RÛ BI RÛ YE

Di gotarekê de ku di Arab News de hatiye weşandin, nivîskar Dania Qleilat El Xetîb nivîsî ku Tirkiye amade ye ku di serdema pêş de hebûna xwe li Lubnanê, li ser astên siyasî, ewlehî û aborî, xurt bike, li gorî tiştên ku ew wekî nîşaneyên beşdarbûna zêde ya Enqerê di karûbarên Lubnanê de dibîne.

Nivîskarê nivîsî ku rola Tirkiyeyê dikare li başûrê Lubnanê berfireh bibe, bi taybet bi nêzîkbûna dawiya mîsyona UNIFILê di dawiya salê de û îhtîmala beşdarbûna Tirkiyeyê di rêziknameyên ewlehiyê de û her weha dibe Tirkiyê rolekê di ji nû ve avakirin û sektora enerjiyê de bilîze.

Nivîskarê vê meylê bi nêzîkbûna Tirkiye-Siûdiyê û bi pirsgirêkên sînorên deryayî, enerjî, girêdana elektrîkê û rêhesinê ve girêdide û destnîşan dike ku Lubnan bûye beşek ji hesabên Enqerê yên têkildarî Sûriyeyê û Deryaya Rojhilat.

GIRTINA TENGAVA HORMUZÊ DÊ RÊYÊN DERYAYÎ BO VEGUHERÎNE SEDEMA NAKOKIYAN

Lêkolînerekî Zanîngeha Stanfordê, di analîzek ku ji hêla kovara Foreign Policy ve hatiye weşandin de, hişyarî da ku girtina Tengava Hormuzê dikare cîhanê vegerîne serdemeke dîrokî ku tê de rêyên deryayî yên stratejîk qadên pêşbaziyê, pevçûnê û sepandina bandorê bûn.

Lêkolîner destnîşan kir ku nêzîkî sedî 90 ji bazirganiya cîhanî bi rêya deryayê tê veguhastin û diyar kir ku kêmbûna rola Amerîkayê di ewlekirina rêyên barkirina navneteweyî de dê bibe sedem ku modelek kevn vejîne ku tê de hêzên ku tengavan kontrol dikin cîhê xwe yê erdnîgarî bikar tînin da ku destkeftiyên siyasî û aborî bi dest bixin.

Di çarçoveya Îranê de, lêkolîner destnîşan kir ku zexta zêde ya Pasdarên Şoreşê li ser Tengava Hormuzê dikare çavkaniyek hêz û fînansekirinê ya zêde bide wê, bi vî rengî bandora wê di nav avahiya hêza Îranê de xurt bike.

Lêkolîner hişyarî da ku bandorên krîza Hormuzê dikarin ji Îranê wêdetir jî bin, ji ber ku ew dikare hêzên din ên ku rêyên avê yên stratejîk kontrol dikin, wek Bab El Mandeb, Bosfor û Kendava Fînlandiyayê, neçar bike ku van cihan bikar bînin da ku zextê li aboriya cîhanî bikin.

(k)

ANHA