Artêşa Lubnanê 131 welatiyên Sûriyeyê girtin

Artêşa Lubnanê li gundewarê Parêzgeha Ekarê di çarçoveya operasyonên ewlehiyê de li hejmarek herêman 131 welatiyên Sûriyeyê girtin. Artêşê diyar kir ku kesên hatine girtin bi awayeke ne rewa derbasî xaka Lubnanê bûne.

Artêşa Lubnanê 131 welatiyên Sûriyeyê girtin
12 tebax, 2026   09:34
NAVENDA NÛÇEYAN.

Fermandariya Artêşa Lubnanê ragihand ku wan duh (11 Tebax) ji ber sedema derbasbûna xaka Lubnanê ya bi awayeke ne rewa, li herêmên El Debabiya û Şerda yên Ekarê 131 welatiyên Sûriyeyê girtine.

Fermandariyê da zanîn ku yekîneyên artêşê, ji bo girtina kesên ku binpêkirinan dikin û başkirina rewşa ewlehiyê, rêzetedbîrên ewlehiyê li herêmên cuda pêk aniye.

Li gorî daxuyaniyê di encama giştî operasyonan de 10 welatiyên Lubnanê û Filestînê, 131 welatiyên Sûriyeyê hatin girtin, derheqê wan de jî lêpirsîn dest pê kiriye. Girtina kesan li herêmên Celala ya li Zehla, Coniya ya li Kesroan, Birîtal a li Belebek û Zexdraya ya li Seydayê çêbûye.

Girtina welatiyên Sûriyeyê di demekê de ku artêşa Lubnanê dest bi rêkaran li ser sînorê bakurê Sûriyeyê kiriye pêk tê.

(sb)