Şamê der barê dayîna cezayan ji bo berpirsyarên rejîma Baas`ê bersiva Rêxistina Efûyê da

Wezareta Edaletê ya hikumeta demkî ya Sûriyeyê bersiva rexneyên Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî ya têkildarî dayîna cezayan ji bo hejmarek ji berpirsên rejîma Baas`ê da, di nava wan berpirsan de Beşar El Esed, Mahir El Esed û Atif Necîb jî hene.

Şamê der barê dayîna cezayan ji bo berpirsyarên rejîma Baas`ê bersiva Rêxistina Efûyê da
12 tebax, 2026   10:21
NAVENDA NÛÇEYAN

Dadgeha Cezayan a Şamê ji ber dozên girêdayî sûc û kiryarên ku bi salan di dema desthilata rejîma berê de hatine kirin, derheqê hejmarek ji berpirsyarên rejîma Sûriyeyê ya berê (Baas) ku di nav de Beşar El Esed, birayê wî Mahir El Esed û Atif Necîb hene jî cezayê darvekirinê da.

Piştî dayîna cezayê Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî têkildarî cezaya darvekirinê û dayîna cezayeke xiyabî têbîniyên xwe dan. Rêxistinê destnîşan kir ku pêkanîna edaletê û hesbaxwestina ji sûcdaran divê li gorî perensîbên adilane û qanûna navneteweyî ya mafê mirovan pêk were.

Rêxistinê ji hikumetê xwest ku bila cezayê darvekirinê hilnebijêre, mafê sûcdaran li gorî perensîbên navneteweyî bide.

Rêxistinê bal kişand ser dayîna cezayan bi awayeke xiyabî û daxwaz kir ku ji bo kesên tawanbar misogeriya qanûnî ya pêwîst ji bo parastina xwe bikin, bê dayîn. Hesab jî ji berpirsyarên sûcên xeternak bê xwestin.

Wezareta Edaletê ya hikumeta veguhêz a Sûriyeyê jî li hember helwesta Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî da zanîn ku wan daxuyaniyê ji rêxistinê derketine şopandine û têbînî dîtine. Wezaretê diyar kir ku ew girîngîdayîna dosyayên edaletê û mafê mirovan ji hêla rêxistinên hiqûqî yên navneteweyî, cihê rêzdayînê ye. Daxuyaniyên rêxistinê ne tam wekî rêkarên ku ji bo van dozan pêkhatine ye.

Wezareta Edaletê da zanîn ku dayîna cezayan bi awayeke pisporî û bi amadebûna qurbaniyan li gorî qanûnan pêk hatiye, rêkarên ku wan pêk anîne jî wekî perensîbên qanûnên navneteweyî yên mirovahî û Qanûna Naventeweyî ya Mafê Mirovan e. Dayîna cezayan jî li gorî delîl, belge û dosyayên dadgehê pêk hatiye.

(sb)

ANHA