‘Tirkiye dixwaze cihê Îranê dagire û projeya Turanî xurt bike‘

Rojnameyan diyar kir ku Tirkiye hewl dide projeya xwe ya neteweyî ya Turanî xurt bike û valahiya ku Îranê çêkiriye dagire. Rojnameyan bal kişand ser reformên li Sûriyeyê jî destnîşan kir ku bidestxistina edaleta veguhêz û çareserî bi dosyayekê tenê na, lê bi rêyên paralel ên ku aramiyê zêde dikin kêm dike, pêk tê.

‘Tirkiye dixwaze cihê Îranê dagire û projeya Turanî xurt bike‘
6 tîrmeh, 2026   09:52
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameyan di rojevên xwe yên vê sibehê de projeya neteweyî ya Tirkiye û aliyên wê yên îdeolojîk, rêgehên refromê li Sûriyeyê û paşketina bandora Îranê, her wiha hewldanên Tirkiyeyê yên dagirtina valahiyê nirxandin.

‘TIRKIYE NASNAMEYA XWE YA NETEWEYÎ YA TURANÎ Û ÎSLAMÎ DIKE YEK ‘

Rojnameya An Nahar destnîşan kir ku Tirkiye bi xurtkirina têkiliyên xwe bi gelên Asyaya Navîn, Qefqasya û Balkanan re, li ser bingeha wê baweriyê ku ev herêm "welatê" eşîrên Tirkî ne, hewl dide projeya xwe ya neteweyî ya Turanî xurt bike.

Rojnameyê îşaret pê kir ku ev meylê bi derketina têgeha "Neo-Osmanîzmê" ve girêdayî ye ku berfirehbûna neteweperestiyê ber bi gelên Tirkî ve bi berfirehbûna çandî û olî ber bi cîhana Ereb ve dike yek.

Hate gotin " Ev tevlêkirina neteweperestî û Îslamê di siyaseta Tirkiyeyê de tê dîtin. Ji ber vê yekê tevî ku Mustafa Kemal Atatürk sekular bû, hêj jî di civaka Tirkiyeyê de xwedî cih û bandor e. Di heman demê de Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan têgeha "Qizil Elma" (Sêva Sor) bi kar tîne. Ev têgeh sembola yekitiya cîhana Tirk û xurtkirina bandora çandî û şaristanî ya Tirkiyeyê tê hesibandin."

‘PRENSÎBA PÊŞANÎYÊ HINCETEK E JI BO ASTENGKIRINA REFORMÊN LI SÛRIYEYÊ‘

Rojnameya El Arabî El Cedîd têkildarî reformên li Sûriyeyê ev nirxandin kir "Rêyên reformê li Sûriyeyê divê ne li dijî hev bin. Bidestxistina edaleta veguhêz bi berdewamkirina reformên îdarî, derxistina qanûnê, avakirina saziyan û çalakirina medya û aboriyê re nakok nîne. Berevajî vê, ev rê hev din temam dikin û piştgirî didin hev."

Rojnameyê da zanîn ku jinûve avakirina dewletê piştî salên şer xebateke parelel di hemû waran de hewce dike. Hate diyarkirin ku hebûna saziyên çalak û qanûnên zelal û desthilateke qanûnsaz dê bibe alîkar ku edalet pêk were û alavên pêwîst ên pêkanîna wê peyda bibin.

Li gorî rojnameyê, divê prensîba pêşanîyan nebe hincet ji bo astengkirina reformên mayî. Her wiha bal kişand ser vê yekê ku ezmûnên welatên ku ji pevçûnan derketine îspat dikin ku başbûn ne bi yek dosyayê, lê bi rêyên paralel ên ku aramiyê zêde dikin û kaos û terorîzmê kêm dikin, pêk tê.

‘ENQERE HEWL DIDE VALAHIYA KU ÎRANÊ ÇÊKIRIYE DAGIRE‘

Rojnameya Independent Arabia mijarên wekî "rûbirûbûna girîng a bi Îranê re, girêdayî wê civîna NATO‘yê li Enqerê, kêmbûna bandora Îranê ya herêmî piştî pêşketinên li Sûriye, Lubnan û Xezayê û rola zêde ya Tirkiyeyê wekî lîstikvanek ku dixwaze valahiya hêzê li herêmê tijî bike" nirxandin.

Rojname destnîşan dike ku mijara bêçekkirina komên girêdayî Tehranê  yên li Lubnan, Xeza û Iraqê bûye mijara sereke ya têgihîştinên herêmî û navneteweyî yên dawîn. Hate gotin, helwesta Îranê li ser vê mijarê dê cewherê rola wê ya siberojê diyar bike.

Rojnameyê têkildarî lûtkeya NATO‘yê ku de li Enqereyê were lidarxistin jî ev nirxandin kir " Dike ku civîna Enqereyê bibe qonaxek ji bo diyarkirina dîtineke nû ya Rojava li ser Rojhilata Navîn. Peyman û lihevkirinên dawî nîşan didin ku herêm ketiye qonaxeke nû. Di vê qonaxê de, hesabên kevn êdî ji bo parastina bandora Îranê li herêmê bes nînin."

(bb)