Di êrişên Rûsya yên li ser Ukranyayê de 10 kes hatin kuştin

Wezareta Parastinê ya Rûsyayê ragihand ku wan li dijî Kîevê û herêmên dîtir êrişeke berfireh pêk aniye. Ukranyayê jî diyar kir ku di encamê êrişan de herî kêm 10 kes hatine qetilkirin û bi dehan jî birîndar bûn.

Di êrişên Rûsya yên li ser Ukranyayê de 10 kes hatin kuştin
6 tîrmeh, 2026   10:06
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezareta Parastinê ya Rûsyayê li ser malpera xwe ya Telegram ragihand ku wan bi çek û balafirên bê mirov yên xwedî qelîteyeke xurt êrişên bejahî, hewayî û deryayî li dijî paytexta Ukranya Kîevê pêk anî.

Wezaretê diyar kir ku wan tesîsên leşkerî û enerjiyê yên li paytextê û herêma derdorê, balafirxaneyên leşkerî yên li herêmên Ukranyayê kirin hedef.

Serokê Rêveberiya Leşkerî ya Kîevê Timur Tkachenko agahî li ser Telegramê belav kir û da zanîn ku li paytextê herî kêm 9 kes hatin qetilkirin û 46 jî birîndar bûn.

Serokê Rêveberiya Leşkerî ya herêma Mykola Kalachnyk jî got, li navçeya Bucha ya li derdora Kîevê jî herî kêm kesek hat kutşin.

(sb)