Enqere amadekariya lûtkeya NATO‘yê dike

Sibe li Enqereyê Lûtkeya NATO’yê dest pê dike. Ji bo Enqereyê ev lûtkeya di her warî de dîrokî ye. Ji ber vê Enqere di nava amadekariyên de ye.

Enqere amadekariya lûtkeya NATO‘yê dike
6 tîrmeh, 2026   08:40
NAVENDA NÛÇEYAN
DOGAN CÎHAN

Di 7 û 8’ê Tîrmehê de li Enqere dê Lûtkeya NATO’yê were lidarxistin. Dê 32 welatên endam ên NATO’ye  kom bibin.

Şerê Ukrayna-Rûsya, şerê Îran-DYA û Îsraîl di nav nediyariyan de, êrişên Îsraîlê yên li ser Xezayê, Sûriye, Lubnanê, şerê Îsraîl-Hizbullahê û bi giştî ji nû ve dîzayna Rojhilata Navîn di nav alozî û şeran de bi nezelaliyan ve didome û Enqere jî dixwaze cihê xwe di nava ji nû ve dîzayna Rojhilata Navîn de pênase bike û bigire.

Ji bo Tirkiyeyê, ev lûtke tenê civîneke leşkerî nîn e. Hikûmeta AKP‘ê vê civînê wek derfeteke siyasî dibîne ku hem têkiliyên xwe bi DYA û NATO‘re nû bike, hem jî siyasetên xwe yên li Sûriye, Iraq, Îran û bi giştî pirsgirêka Kurd ji hevalbendên xwe re bide qebûlkirin.

ENQERE XWE JI LÛTKEYÊ RE ÇAWA AMADE KIR?

Li ber lûtkeyê, tedbîrên ewlehiyê li Enqereyê di asta herî bilind hatine girtin. Gelek rê hatin girtin, firîn û hatin-çûn hatin sînordarkirin û 48 hezar û 841 endamên ewlehiyê û 7 hezar û 447 jî cenderme bi giştî 56 hezar û 288 endamê hêzên ewlehiyê hatin wezîfedarkirin.

Li gor daxuyaniyên fermî, di operasyonên beriya Lûtkeya NATO‘yê hatiye lidarxistin de:

-225 kes hatine binçavkirin

-178 kes hatine girtin

-Der barê 34 kesan de biryara hepsa malê (kontrola adlî) hatiye dayîn

-6 kes ji hêla dozgeriyê ve hatiye berdan

Operasyon didomin.

Li lûtkeyê 32 serokên dewlet û hikûmetan ên NATO‘yê dê beşdar bibin. Ji bilî wan, Serokê Ukraynayê Volodimir Zelenskiy, Serokê Komîsyona Yekitiya Ewropayê Ursula von der Leyen û Serokê Konseya Yekitiya Ewropayê Antonio Costa û serokên Japonya, Koreya Başûr, Awistralya û Zelanda Nû jî dê li civînên ku li kêleka lûtkeyê tên lidarxistin amade bibin.

Ji bo Enqere, baldarî herî zêde li ser hevdîtina Serokkomar Recep Tayyip Erdogan bi Serokê DYA’yê Donald Trump e. Piştî 17 salan cara yekem e Trump serdana Tirkiyeyê dike. Her du alî hêvî dikin ku gelek dosyayên nakokî li ser maseyê bên nîqaşkirin.

LI SER ÇI DOSYEYAN DÊ NÎQAŞ BIKIN?

Bernameya fermî ya Lûtkeyê bi civîna Destpêşxeriya Hevkariya Stenbolê (ICI) dest pê dike. Piştre, civînên wezîrên karên derve, civîna NATO-Ukraynayê û di dawiyê de jî rûniştina sereke ya serokan dê pêk were.

Li gorî agahiyên fermî, şerê Ukraynayê, pêşeroja NATO, zêdekirina lêçûnên parastinê, ewlehiya Ewropayê û şert û mercên Rojhilata Navîn dê di nav mijarên sereke de bin.

Lê gelek şîrovekar bawer in ku li derveyî agahiyên fermî jî gelek dosyayên siyasî dê di hevdîtinên dualî de bên nîqaşkirin.

JI BO ENQERE MIJARA SEREKE: SÛRIYE Û ROJHILATA NAVÎN

Ji bo hikûmeta AKP‘ê, yek ji armancên sereke yên vê lûtkeyê ew e ku cihê xwe yê stratejîk di nav NATO’yê de xurtir bike û piştgiriyê ji bo siyaseta xwe ya li Rojhilata Navîn bistîne.

Enqere dixwaze metirsiyên ewlehiyê yên li sînorên xwe, pêşketinên li Sûriyê û Iraqê û guherînên herêmî bibin beşek ji rojeva hevdîtinên xwe bi hevalbendên NATO‘yê re. Her wiha hewl dide nêrîna xwe ya ewlehiyê ji aliyê hevalbendên NATO‘yê ve bêtir were qebûlkirin.

Li gel vê yekê, şert û mercên nû yên li Rojhilata Navîn û guherînên di siyaseta DYA û Ewropayê de jî dikarin bandorê li ser têkiliyên Enqere û NATO‘yê bikin.

Di heman demê de, encamên lûtkeyê dikarin bandorê li siyaseta navxweyî ya Tirkiyeyê jî bikin. Bi taybetî ka AKP‘ê dê piştî civînê pakêteke qanûnî ya nû der barê pêvajoya navxweyî bîne Meclisê an na, û naveroka wê çi be, dibe ku bi awayekî girêdayî bi encamên hevdîtinên Enqere re were diyarkirin.

Ji ber vê yekê, balê çavdêran ne tenê li ser daxuyaniya dawîn ya NATO’yê ye, lê her wiha li ser peyamên ku ji hevdîtinên dualî yên navbera Enqere û Washingtonê derdikevin. Çimkî ew dikarin hem siyaseta herêmî û hem jî pêvajoya navxweyî ya Tirkiyeyê di her warî de bandor bike.