Tîmên agirkujiyê vegeriyan herêmê

Tîmên agirkujiyê yên ku ji hêla Rêveberiya Xweser ve ji bo piştgiriya xebatên vemirandina agirên li deverên perava Sûriyeyê hatibûn şandin, vegeriyan herêmê.

Tîmên agirkujiyê vegeriyan herêmê
Tîmên agirkujiyê vegeriyan herêmê
Tîmên agirkujiyê vegeriyan herêmê
Tîmên agirkujiyê vegeriyan herêmê
Tîmên agirkujiyê vegeriyan herêmê
Tîmên agirkujiyê vegeriyan herêmê
Tîmên agirkujiyê vegeriyan herêmê
Tîmên agirkujiyê vegeriyan herêmê
Tîmên agirkujiyê vegeriyan herêmê
16 tîrmeh, 2025   12:15
NAVENDA NÛÇEYAN

Di 10`ê Tîrmehê de, Rêveberiya Xweser karwanekî piştgiriyê ku ji 150 karmendên agirkujiyê û 18 wesayîtên agirkujiyê, her wiha 2 ambulansan, 2 tankerên sotemeniyê, 2 buldozer û hejmarek wesayîtên xizmetê û alavên din pêk dihat, ji bo piştgiriya xebatên vemirandina agirên li peravên Sûriyeyê şandibû. 

Tîmên agirkujiyê di nava 6 rojan de bi rayedarên herêmî yên li peravê re xebitîn da ku rê li ber belavbûna şewatan bigirin û kontrol bikin.

Tîmên girkujiyê piştî ku erkên xwe pêk anîn, îro vegeriyan herêmê.

Di 3`yê Tîrmehê de li deverên peravê şewat derketibû û li zêdetirî 15 hezar hektar erdê daristan û çandiniyê belav bû. Şewatan bandor li nêzîkî 28 deverên cuda kir û di encamê de zêdetirî hezar û 120 kes koçber bûn.

(k)