Çeteyên DAIŞ’ê li Siweyda û Deraa ne

Hat diyarkirin ku gelek çeteyên ku beriya niha di nava DAIŞ’ê de cih girtine, li saziyên ewlekariyê yên Dera’yê hatine bicihkirin û xeteriyê çêdikin. SHOR’ê jî diyar kir ku gelek çekdarên ji netewên Uygur û Ozbek di êrişên ser Siweydayê de cih girtine.

 Çeteyên DAIŞ’ê li Siweyda û Deraa ne
16 tîrmeh, 2025   12:18
NAVENDA NÛÇEYAN

Li herêmên Deraa û Siweyda ku piraniya şêniyên wê Durzî ne, ji ber êrişên hêzên Hikûmeta Veguhêz a Suriyeyê û komên girêdayî wê alozî û metirsî zêdetir dibe. 

Ji 10’ê Tirîmehê (2025) ve li gundewarên Deraa û Siweydayê êrişên van koman ên li dijî sivîlan berfireh bûne. Li hemberî van êrişan komên parastinê yên ji pêkhateyên herêmê jî berxwedanê dikin.

Êrişên herî dijwar jî duh (15 Tirmeh 2025) li ser navenda bajarê Siweydayê çêbûn û komkujî hatin kirin.

Hat ragihandin ku di van êrişan de gelek çeteyên ku beriya niha tevlî DAIŞ’ê bibûn jî cih digirin û heqaretê li gel dikin, îşkence û kuştinê dikin.

Di pevçûnên duh ên li navenda Siweydayê de jî ev yek hat dîtin. Li kesekî ku hatiye kuştin û wêneyî li ser medyayê hat belavkirin, sembolên DAIŞ’ê hatin dîtin.

Li gorî Navenda Çavdêriya Mafê Mirovan a Suriyeyê (SHOR) di nava êrişkaran de kesên Uygur, Ozbekî û gelek pêkhateyên din ên etnîkî yên biyanî hene.

DI SAZIYAN DE JÎ CIH DIGIRIN

Roja 13’yê Tîrmehê jî li bajarokê Tesîl ê girêdayî Derayê bi dehan welatiyan xwepêşandan li dar xistibûn. Sedema xwepêşandanê jî ew bû ku çeteyên DAIŞ’ê niha jî li saziyên ewlekariyê yên girêdayî Hikûmeta Veguhêz hatine bicîhkirin.

Di xwepêşandanê de hat diyarkiribûn ku ev kesên di saziyên ewlehiyê yên herêmê hatine bicîhkirin, ewlekariya wan dixin talukeyê û metirsiya xwe anîbûn ziman.

Saziyên cıvata Durziyan jî bang li civaka navnetewî kirin ku rê li pêşiya êriş û komkujiyan bigirin.

(a)

ANHA