Wezîrê parastinê yê Îsraîlê hişyarî da hikumeta veguhêz

Wezîrê parastinê yê Îsraîlê Israel Katz hişyarî da hikumeta veguhêz a Sûriyeyê û banga vekişîna hêzên wê ji Siwêdayê kir.

Wezîrê parastinê yê Îsraîlê hişyarî da hikumeta veguhêz
16 tîrmeh, 2025   12:08
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezîrê parastinê yê Îsraîlê Israel Katz diyar kir ku divê hikumeta veguhêz a Sûriyeyê destwerdanê li kar û barên Durziyên li Siwêdayê neke û hêzên xwe paşde vekişîne.

Katz got: "Îsraîl dev ji Durziyên li Sûriyeyê bernade û dê siyaseta çek desteserkirinê ya ku me biryara wê daye, were ferzkirin."

Katz anî ziman ku artêşa Îsraîlê dê êrişên li dijî hêzên hikumeta veguhêz a Sûriyeyê heta vekişîna wan ji Siwêdayê dewam bike û dibe ku di demeke nêz de asta bersivdanê bilind bike.

(fr)