Tîma kaçan a Sûriyeyê bû şampiyona Rojavayê Asyayê

Tîma keçan (jêrî 17 salî) a Sûriyeyê ya futbolê di turnoveya 6‘emîn a Yekitiya Rojavayê Asyayê de bû şampiyon.

Tîma kaçan a Sûriyeyê bû şampiyona Rojavayê Asyayê
Tîma kaçan a Sûriyeyê bû şampiyona Rojavayê Asyayê
Tîma kaçan a Sûriyeyê bû şampiyona Rojavayê Asyayê
26 tîrmeh, 2026   23:02
NAVENDA NÛÇEYAN

Turnoveya 6‘emîn a Yekitiya Rojavayê Asyayê ya futbolê ya keçên jêrî 17 salî li stadyuma El Emîr Mihemed a li bajarê Zerqa yê Urdunê bi dawî bû

Tîma keçên Sûriyeyê ku di qonaxa nîvfînalê ya turnoveyê de li beramberî tîma Filistînê bi ser ketibû, gihaşt qonaxa fînalê.

Di fînalê de Tîma Sûriyeyê li hemberî tîma Lubnanê list. Tîma Sûriyeyê bi penaltiyan bi ser ket û bû şampiyon.

Golparêza tîma El Hîlalê Medya Huseynî ya ji Qamişloyê û lîstikvana sûriyeyî Masa Mîna xelatên baştirîn lîstikvan wergirtin.

(bb)