Xelkê Dêrazorê ji ber rewşa jiyanî ya xirab xwepêşandan li dar xist

Xelkê gundewarên rojhilatê Dêrazorê bi doza başkirina rewşa jiyanî, peydakirina derfetên kar û mîsogeriya sûdwergirtina ji çavkaniyên xwezayî xwepêşandan li dar xist.

Xelkê Dêrazorê ji ber rewşa jiyanî ya xirab xwepêşandan li dar xist
26 tîrmeh, 2026   22:23
NAVENDA NÛÇEYAN

Şêniyên gundewarên rojhilatê Dêrazorê ji ber rewşa jiyanî ya xirab xwepêşandanek li dar xist.

Xwepêşandêran bi pankartên ku vekiribûn, daxwaza başkirina rewşa debarê, peydakirina derfetên kar, mîsogeriya sûdwergirtina ji çavkaniyên xwezayî wekî petrol û çandiniyê yên li parêzgehê kirin.  

Xwepêşandêran destnîşan kir ku danîna planeke geşkirinê ku çavkaniyên xwezayî baş bi kar bîne dikare sînorekî ji bêkarî û xiznaiyê bîne, di encamê de istiqrara civakî û aborî xurt bike.

(bb)