ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 27-07-2026

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 27-07-2026
27 tîrmeh, 2026   02:00

Îro salvegera 10`emîn a komkujiya taxa Xerbî ya li bajarê Qamişlo ye. Ev komkujî di encama teqîneke dijwar li kolaneke ku çûn û hatin lê pir e pêk hat. Di encamê de 62 welatî şehîd bûn û 177 jî birîndar bûn. Piştî 10 salan hîn jî ev komkujî di bîra şêniyan de ye, xelkê taxê jî bi peyama serkeftina jiyanê li beramberî terorê jinûvra tişta ku wêranbûye ava dike. (BI WÊNE Û DÎMEN).

Şehîd Polat Herekol yek ji şehîdên komkujiya taxa xerbî ya Qamişlo ye. Li gelek qadan ji bo doza Kurd têkoşîn kir û di Şoreşa Rojava de şehîd bû. (BI WÊNE Û DÎMEN).

Par ji ber ku baran nebarî 400 mêşên Remedan Resûl mirin. Îsal careke din mêşên hingiv xwedî dike û dibêjê divê ew çanda xwe biparêzin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

Pêkhateyên Girkê Legê gotin hinek alî dixwazin fitnê têxin navbera pêkhateyên Sûriyeyê lê pêdiviya Sûriyeyê bi diyalok û aramiyê heye. (BI WÊNE Û DÎMEN).

1350 malbatên ji Şehbayê ku di navbera salên 2013-2018-2024’an de koçber bûne, dixwazin bi awayekî ewle vegerin malên xwe. (BI WÊNE Û DÎMEN).

Di salvegera 10‘emîn de şehîdên komkujiya taxa Xerbî ya bajarê Qamişloyê li cihê komkujiyê tên bibîranîn. Saet 19.00‘an. (BI WÊNE Û DÎMEN).